Cenazeyê Kumru Çetînkaya li Êlihê hat definkirin 2022-07-05 11:25:36   ÊLIH - Cenazeyê gerîlaya YJA STAR’ê Kumru Çetînkaya ku li Çiyayê Kato jiyana xwe ji dest dabû li Êlihê hate definkirin.    Di pevçûnên 4’ê tîrmehê yên li Çiyayê Kato yê Elkê ya Şirnexê de gerîlayê YJA STAR’ê Kumru Çetînkaya (Raperîn Devrîm) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çetînkaya ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate wergirtin û bi awayekî girseyî anîn Goristana Korik a li navenda Êlihê.    Goristan ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin û destûr hat dayîn ku tenê endamên malbatê beşdarî merasîma definkirinê bibin. Tevî astengkirina jî girse di ketina goristanê de li benda definkirinê sekinî. Piştî kar û barên wecîbeyên olî jî cenazeyê Çetînkaya di saetên serê sibehê de hate definkirin.    Malbat dê şîna xwe li mala xwe ya li Taxa Korikê deyne.