Welatî: Dema wesayît sekinî jî gulebaran berdewam kir 2022-07-05 11:10:31 WAN - Welatiyan da zanîn ku wesayîta li taxa Karahîsar a navçeya Seray a Wanê ku penaberan tê de bûn piştî hatiye sekinandin jî gule lê hatine barandin û leşker keniya ne û wiha gotine: "Hewcehî bi mezinkirina bûyerê nîn e.” Li taxa Karahîsar a navçeya Seraya Wanê wesayîta ku penaberan tê de bûn ji hêla leşker û cerdewanan ve hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da û 13 kes jî birîdar bûn. Walitya Wanê derbarê bûyerê de daxûyanî da û diyar kir ku leşkeran hişyariya rawestînê li wesayîtê kiriye û ji ber ku "guh nedan vê hişyariyê" hatiye gulebarankirin. Walîtiyê îdia kir ku guleyên li erdê vepeşiyayîn li wesayîtê ketine û di encamê de  zarokê 4 salî jiyana xwe ji dest da ye. Şêniyên taxê derheqê bûyerê de axivîn û dan zanîn ku piştî wesayît sekinî jî hatiye gulebarankirin.  PIŞTÎ SEKINÎ JÎ GULEBARAN KIRIN   Ji şêniyên taxê Selamî Yîgît diyar kir ku piştî ku leşkeran dolmîş dan sekinandin jî gulebaran dom kiriye û wiha got: "Piştî nivro saet 15.00’an leşker û cerdewanan dolmîşek ji nêz ve gulebaran kirin. Piştî wesayît sekinî jî ev gulebaran berdewam kir. Li cem zarokê hatiye kuştin û birîndaran gelek qalikên guleyan hebûn. Peywira leşkeran ne kuştina wan lê girtina wan bû. Tevahiya gund şahidê rewşê ye. Walîtî bi daxuyaniya xwe vê rewşê înkar dike. Yên vê yekê înkar dikin, derewan dikin."    FERMANDAR: HEWCEHÎ BI MEZINKIRINÊ NÎNE   Bi domdarî Yîgît anî ziman ku leşkeran alîkarî nedan birîndaran û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nehiştin gundî jî alîkariya wan bikin. Fermandareke payebilind hat cihê bûyerê û bi rûyekî ken got; 'Bûyerek qewimî ye. Hewcehî bi mezinkirinê nîne.’ Li vir ji zagonên dewletê zêdetir bi zagonên xwe dikin. Li vê derê zilm kirin. Bi salan e leşker û cerdevan berê lûleyên xwe didin me û penaberan. Ji salên 90’î heya niha herêm wisa ye.”   ‘CERDEVAN RÊBIRIYÊ DIKIN’   Welatiyê ku nexwest navê xwe bêje jî destnîşan kir ku li gund cerdewvn û leşker zilmê dikin û axaftina xwe wiha qedand: "Mafê kesekî nîne ku hovîtiyê bike. Li vir komkujiyek hate kirin. Hinek ji milên xwe û hinek jî ji piyên xwe birîndar bûbûn. Ma zarokê 4 salî çi li vê dewletê kiriye? Cerdevan li gund mîna rêbiran tevdigerin. Ev zilm nayê qebûlkirin. Nehiştin ku em alîkariya birîndaran bikin û bi saetan li erdê hiştin."   MA / Hakan Yalçin