Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn 2022-07-02 10:30:37   WAN - Li Eyaleta Hurmuzgan a Îranê du jê bi pîleya 6.1 û yek jî bi pîleya 6.3, 3 caran erd hejiya. Li gorî agahiyên ewil 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.    Li Eyaleta Hurmuzgan a li başûrê Îranê li gorî saetên herêmî 02.02’yan, du jê bi pîleya 6.1 û yek jî bi pîleya 6.3, 3 caran erd hejiya. Li gorî agahiyên ewil 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.    Hate diyarkirin ku gundê Sayehûş ê ji 300 malan zêdetir lê ne, navenda erdhejê ye û herî zêde xesar li vê herêmê hatiye dîtin. Hate ragihandin ku li herêmên Konh, Dejgan û Çah Ahmed xesarên cidî pêk hatine. Hate ragihandin ku erd kurahiya wê 10 kîlometre di bin erde de hejiya ye.    Hate ragihandin ku piştî erdheja ewil di navbera deqîqeyekê de bi pîleyên 6.1 û 6.3 li du hev 15 caran erd hejiya ye. Erdhej li navenda rêveberiya eyaleta Hurmuzgan a Bender Abbasê jî hate hîs kirin û gel derket kolanan. Hate ragihandin ku Muhafizên şoreşê û hêzên Besîc ên girêdayî wê şandine herêmên ku erdhejê bandor lê kirine.