Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim? 2022-07-01 19:25:53     ENQERE – Di Doza Kobanê de şahidê veşarî Hermes ji serokê dadgehê pirsî, "Hûn dixwazin ez çi bibêjim?" Parêzer Cîhan Aydin jî bertek nîşanî pirsa şahidê veşarî Hermes da û got, şahid derewan dikin û heyeta dadgehê jî ser vê yekê dinixumîne.    Danişîna 14'an a Doza Kobanê di roja 4'an de li hêwana danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Serokwekîlê koma HDP'ê Sarûhan Olûç, malbatên siyasetmedarên girtî û gelek parêzer tev li danişînê bûn ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve tê lidarxistin.    Piştî nîvro di danişînê de biryar hat dayîn ku îfadeya şahidê veşarî Hermes bê girtin.    Şahidê veşarî Hermes, Ayla Akat Ata jî di nav de derbarê gelek siyasetmedaran de îfadeyên razber dan. Her wiha Hermes di îfadeya xwe de ji serokê dadgehê pirsî: "Hûn dixwazin ez çi bibêjim? Hûn dixwazin ez yeko yeko derheqê bersûcan de îfadeyê bidim an derheqê PKK-KCK'ê de îfadeyeke giştî bidim?"    Şahidê veşarî Hermes bi vê pirsa xwe bi awayekî eşkere ji dadgehê xwest ku rêyekê li ber wî/ê bixin.    Gava serokê dadgehê ji xeynî îfadeya şahid hin pirsên derheqê kesan de ji şahdi pirs parêzer Kenan Maçoglû îtiraz kir, lê belê serokê dadgehê îtiraza Maçoglû red kir.    Parêzer Cîhan Aydin jî destnîşan kir ku şahid derewan dikin û heyeta dadgehê jî ser vm yekê dinixumîne û got: "Hûn di vê dosyeyê de li gor qanûnê hereket nakin." Aydin xwest heyeta dadgehê giliyê şahidê veşarî A53 bike.    Serokê dadgehê biryar da ku daxwaz bên nirxandin û danişînê taloqî 4'ê Tîrmehê kir.