HDP’iyên ji bo stant vekiribûn hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-07-01 16:37:51   KOCAELÎ - HDP’iyên ku ji bo stant vekiribûn bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzeyê di çarçoveya 5’emîn Kongreya Awarte ya Mezin ku dê di 3’yê tîrmehê de li Enqereyê were lidarxistin de duh xwest li Qada Gebzeyê stantê vekin lê polîsan êriş kirin. Polîsên ku bi sedema destur nehatiye girtin xwestin vekirina standê asteng bikin, li heman cihî destur da partiyên din ên li wir stant vekirin. HDP’iyan bertek nîşanî vê yekê dan. Derket holê ku partiyên din jî ji bo vekirina standê destûr negirtine.    Polîsan Hevserokê HDP’a Gebze Omer Yildiz, Mekiye Aydin û rêveber Hasan Fecrî Eskîn, Ferdî Gulkirmizi, Nîgar Dogan, Şaziye Zorba bi ledanê binçavkirin.    HDP’iyên duh hatibûn binçavkirin saetên serê sibê de hatin berdan.