Ciwanên ku bihakirina xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin avêtin 2022-07-01 14:00:48   AMED - Li Amedê 3 xwendekarên ku bihakirina xwarinê protesto kiribûn, ji wargehê hatin avêtin. Midûrê wargehê gefa, “Ez dê we li emniyetê bibînim” li ciwanan xwariye.    Ji ber ku 3 xwendakarên di avahiyê Kredî û Wargehan a Halîd Bîn Velîd a Zanîngeha Dîcleya Amedê de diman, ji ber protestokirina bihayê xwarinan ji wargehê hatin avêtin. Ji ciwanên di pêvajoya ezmûnên temamker de ji wargehê hatine avêtin Mehmet Can Eşkîn û Muslum Ûrdûn tiştên ku hatine serê wan ji ajansa me re parve kirin.    MIDÛRÊ WARGEHÊ GEF LI WAN XWARIYE    Xwendekar Mehmet Can Eşkîn ê ku ji ber zemên li bihayê xwarinê protesto kirine ji wargehê bêdemî hatiye avêtin diyar kir ku ew ji ber ku pereyê li kartê wan tê razandin û bihakirina xwarinê tên kirin hev nagirin, rewşê protesto kirine. Eşkîn anî ziman ku çawa xwedevan dest bi protestoyê kirin ew jî tev li van protestoyan bûye û derbarê dahatûya çalakiyê de ev tişt gotin: “Çend deqe şûnde midûrê wargehê hat û gefa ‘Hûn provokator in û mirovan sor dikin. Neyên sorkirinên van xwîn xeraban'. Dema ku me pirsa ‘Hûn van gotinên xwe bi çi ve girê didin’ ji midûrê wargehê pirsî wî ji me re wiha got, ‘Hûn bisekinin, ez ê we li emniyetê bibînim'."    Eşkîn bi lêv kir ku roja piştî bûyerê, midûrê wargehê ji bo îfadeyê gazî wan kiriye û piştî ku wan bi nivîskî îfadeyên xwe dane, ji wargehê bêdemî hatine avêtin.   Eşkîn anî ziman ku rewşa wan a aborî baş nîn e, hinek hevalên wan ji bo ku pêdiviyên xwe bistînin xurde berhev dikin û hinek jî diçin halê hemaltiyê dikin. Eşkîn diyar kir ew ji bo ku ev biryar bê betalkirin serlêdana îtîrazê kirine û da zanîn ku heke serlêdana wan bi encam nebe ew dê gilî bikin. Eşkîn derbarê nêzikatiya li dijî wan hatiye meşandin de got: “Ji xwe bûrsa ku didin me têrî me nedikir radibin ser vê yekê zeman li xwarina me dikin. Li dijî me liv û tevgerên midûrê wargehê wek dijminane bû.”   ‘ME NEKARÎ TIŞTÊN XWE BIDIN HEV’   Muslum Ûrdûn ê ku bi heman hincetê ji wargehê hatiye avêtin jî anî ziman ku protestoya mafê wan e û ew mafdar in û wiha axivî: “Me bêdemî ji wargehê avêtin û ji bo ku em tiştên xwe bidin ser hev 15 deqe mohlet dan me. Me nekarî em tiştên xwe bidin hev. Hevalên me tiştên me ji me re anîn. Ji ber ku em ji wargehê hatin avêtin bûrsa me jî betal kirin. Em ne dikarin malekê ji xwe re bigirin ne jî tiştekî din. Midûr nêzîkatiyekî polîtîk nîşan da.”