3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin 2022-07-01 13:11:17   ŞIRNEX - Ekîbek DEDAŞ’ê ji bo saetên ceyranê yên du mezrayên Cizîrê derxin ser dîrekan bi leşkeran re çûn gund. Di navbera welatiyan û ekîba DEDAŞ’ê de rageşî derket û leşkeran sê welatî kirin binçavan.    Ekîbek DEDAŞ’ê duh li gel leşkeran ji bo saetên ceyranê derxin ser dîrekan çûn mezrayên Newala Îsaaxa û Zûran ên bi ser gundê Dîrseklî yê Cizîra Şirnexê ve. Di navbera şêniyên mezrayan û ekîbên DEDAŞ’ê de rageşî rû da. Li ser rageşiya derket ekîbên DEDAŞ’ê ceyrana her du mezrayan birîn û ji mezrayan veqetiyan.    Di saetên şevê de carek din ceyrana mezrayan hat berdan. Vê sibehê ekîbek DEDAŞ’ê û leşker carek din çûn mezraya Zûran û xwestin saetên ceyranê derxin ser dîrekan. Welatiyan dîsa bertek nîşan da. Leşkeran kelemçe li destê 3 welatiyên ji mezrayê ku bertek nîşan dan xistin û wan kirin binçavan.    Leşkeran her sê welatiyan birin qereqola leşkeran û ekîbên DEDAŞ’ê jî ji mezrayê veqetiyan. Welatiyên mezrayê li dijî serdegirtina DEDAŞ’ê nobedê digirin.