Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine 2022-07-01 13:08:40   ÎZMÎR - Sînemagerê kurd Sûphî Orhan ê ji aliye kesên ku xwe weke endamên îstîxbaratê dane nasîn ve hate revandin, piştî bi saetan îşkence lê hate kirin bi şev hate berdan.    Sînemagerê kurd Sûphî Orhan ê piştî duh ji Balafirgeha Adnan Menderes derket, agahî jê nedihat girtin, hate dîtin. Orhan piştî duh saet di 08.30’an de li Balafirgeha Adnan Menderes hevalekî xwe yê muzîkjen bi rê kir, ji aliye kesên ku xwe weke endamên îstîxbaratê dan nasîn ve hate revandin. Orhan li rawestgeha Akçakoy a navçeya Menderesê saet dora di 02.00’an de ji aliyê kesên ku xwe weke endamên îstîxbaratê dane nasîn ve hate berdan. Orhan, xwe gihand malbata xwe û diyar kir ku van kesan bi saetan îşkence lê kirine ji ber vê yekê di axaftinê de zehmetiyê dikişîne û xwest parêzer biçin cem wî. Piştî ku parêzeran Orhan girtin serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) dan û wê dû re giliyê wan kesan bikin.    PARÊZERÊ WÎ VEGOT   Parêzer Bariş Işik ê Orhan wergirt, ev agahî dan: “Kesên ku xwe weke endamên îstîxbaratê dan nasîn Sûphî Orhan binçavkirin. Nêzî 11, 15 saetan îşkence lê hatiye kirin. Muwekîlê min birin hin goristanan û rastî îşkence û pêkanînên li dijî mirovahiyê hatiye. Di îşkenceyê de sîxurtî li Orhan ferzkirine û li ser malbata wî gef lê xwarine. Dest danîne ser telefona wî. Dû re jî nêzî saet di 02.00’an de li rawestgeha Akçakoy a navçeya Menderesê hatiye berdan.”   ÇI QEWIMÎ BÛ?   Sînemagerê kurd Suphî Orhan duh saet di 08.30’an de hevalekî xwe yê muzîkjen biriye Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê. Orhan, li rawestgeha balafirgehê ya ÎZBAN'ê xatir ji hevalê xwe xwestiye û ji wir çûye. Lê ji wê çaxê heya niha xeber ji Orhan nehat girtin. Malbata Orhan ji Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê û navçeyê pirsiye bê ka Orhan hatiye binçavkirin yan na. Lê belê midûriyeta polîsan ji malbatê re gotibû ku kesekî bi vî navî nehatiye binçavkirin.