Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye 2022-06-28 09:58:16   AMED - Li gundê Xanika Jêr a bi ser navçeya Çinarê ya Amedê ve bi salane av tune ye. Tevî ku li gund av tune jî DÎSKÎ'yê ava Xanika Jêr ji bo turistan da Keleha Zerzewanê. Şêniyên gund jî ji ber pirsgirêka avê û plansaziya binesaziyê bi gilî û gazinde ne.   Li mezra, gund, bajarok, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê, di mehên havîne de pirsgirêkên avê derdikevin holê. Ji ber ku pirsgirêka avê li gundan baş nayê çareserkirin şêniyên li gundan her sal bi pirsgirêkên mezin re rûbirû dimînin. Li gundê Xanika Jêr a bi ser navçeya Çinarê ya Amedê ve jî bi salan e pirsgirêka avê heye. Gundê Xanika Jêr 13 kîlometre dûrî navçeya Çinare ye û nezî 600 mal lê hene. Li gorî hejmariya 2021’an 2 hezar û 26 kes li gund dijîn. Li gund bi salane av tune û pirsgirêka avê nayê çareserkirin. Ji ber ku pirsgireka avê nayê çareserkirin, gundî bi derfetên xwe bîrên sondajê lêdixin û avê dikişinin malen xwe.    GUNDÎ BÊAV IN    Lê ji ber ku li gund derfetên her kesî yên lêxistina bîrên sondajê tuneye gelek gundî bêav dimînin. Ew mal jî pêdiviyên xwe avê bi alikariya cîranan dabîn dikin. Tevî ku di nava gund de depoyêk Rêveberiya Av û Binesaziyê ya Amedê (DÎSKÎ) heye jî, gundî nikarin wê avê bikar bînin. Ava ku DÎSKÎ’ye li gundê Xanika Jêr derxistiye jî ji bo turistan diçê Keleha Zerzewanê.    Her wiha li gund ne tenê pirsgirêka avê di heman demê de pirsgirêka binesaziyê jî heye. Li gund pergala binesaziyê nehatiye avakirin û ji ber vê yekê avên serşok, daşir û mitbaxan jî di nav gund de diherikin. Ev jî li nav gund dibe sedema bêhna genî û nexweşiyan.    DÎSKÎ: ME LI GUNDÊ XANIKA JÊR AVÊ DA KELEHA ZERZEWANÊ   Di 6'ê gulanê de DÎSKÎ’ye jî li ser malpera xwe agahî dabû ku li gundê Xanika Jêr bîr vedane û av kişandine Kelaha Zerzewanê.    Me pirsgirêka avê ya li gundê Xanika Jêr,  ji berpirsiyarê DÎSKÎ pirsî, berpirsyaran gotin ji ber ku şêniyên gund ne aboneyên DÎSKÎ’yê ne avê nadin gundiyan.    Lê şêniyên gundê Xanika Jêr daxuyaniya DÎSKÎ’ye derewandin û dibêjin her çiqas wan xwestiye abonetiyên xwe çekin jî DÎSKÎ’yê abonetiyê çênekirine.    Gundiyên Xanika Jêr ku me li gund bi wan re hevdîtin kir ji ber pirsgirêka avê û tunebûna pergala binesaziyê bi gazind in.      DEPO HEYE LÊ SÛDA WÊ LI GUND NABE    Keyayê gund Hasan Çîftçî diyar kir ku bi salane av li gundê wan tune ye û şêneyên gund bi derfetên xwe pêvîdiyên avê dabîn dikin. Çîftçî bal kişand ser depoya DÎSKÎ’ye ku di nava gund de çêkirine û wiha got: “Depoya avê ya DÎSKÎ’ye di nava gund de ye lê avê nadine gundiyan, ji bo turistan avê li gund derdixin û didin Keleha Zerzewanê. Şêneyên gund jî ji biran avê dikişinin malÊn xwe. Kesên ku ava wan tune ye jî bi alikariya cîranên xwe pêdiviyên avê dabîn dikin. Ava ku bi sondajê tê derxistin jî her sal kêm dibe. Gelek gundî bi tankêran avê tînin mala xwe. Ji bilî nebûna avê pirsgirêka binesaziyê jî li gund heye. Daxwaza me ew e ku pirsgirêkên av û binesaziya gund bên çareserkirin.”    ‘GUNDÎ BI DERFETÊN XWE PÊDIVIYA AVÊ DABÎN DIKIN’   Şêniyê gund Omer Oztemel jî derbare mijarê de anî ziman ku li gund pirsgirêka av û binesaziyê heye û wiha got: “Gundiyan bi derfetên xwe pêdiviyên xwe avê dabîn dikin. Kesên ku derfetên wan têrî sondajê neke jî bi alikariya cîranên xwe hewcedariyên xwe avê dabîn dikin. Jixwe dema hemû kes sondajê lêbixe wê deme jî wê av biçike. Pirsgirêka gund ne tenê ya avê heye, rêya gund xirabe ye, ji bilî vê jî li gund binesazî tune, di gund de 600 mal hene, avên serşok, daşir û mitbaxan hemû di nav gund de diherikin. Ev jî dibe sedema bêhna genî û nexweşiyan.”   ‘HAYA KESÎ JI GUNDÊ ME TUNE YE’    Şêniyê gund Aydin Balik jî ji ber nebûna avê gazinên xwe anî ziman û got: “Beraj nezî me ye, tevî ku beraj heye jî em bêav in. Bi salane av li vî gundî tune ye. Heya kesî jî ji gundê me tune ye. Li gund ne av ne jî binesazî heye. Ava qirêj ya gund hemû di nav gund de diherike. Bêhnek genî li ser gund belav dibe û dibe sedema nexweşiyan. Bi salane rayedar dibêjin ‘em ê binesaziye li vî gundî çêkin’ lê hê jî tiştek nehatye çêkirin.”    ‘DIVÊ DEMILDEST PIRSGIREKA AVÊ BÊ ÇARESERKIRIN’   Ji şêniyên gund Servet Çiftçî jî bertek nîşanî pirgirêkên li gund ku nayên çareserkirin da û wiha axivî: “Bi salane ava me tune ye û em bi derfetên xwe avê dikişînin malen xwe. Pirsgirêk li vî gundî pir in lê nayên çareserkirin. Ji ber ku binesazî li vî gundî tune her tim zarok nexweş dikevin. Hê jî çareserî ji binesaziya gund re nedîtine. Lê hewcedariya me ya ewil av e. Divê demek zûtirîn pirsgirêka me ya avê were çareserkirin.”   ‘DIVÊ EM JI VÊ EZIYETÊ XELAS BIBIN’    Ji welatiyên gund Musa Aycan jî bi lêv kir ku li gund bi salane û ew perişan dibin. Aycan xwest ku pirsgirêka ava li gund bê çareserkirin û ew jî vê eziyetê xelas bibin.    MA / Mahmut Altuntaş