Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe 2022-06-28 09:02:52   WAN - Makbûle Ozer a 80 salî ku tevî hevjînê xwe hat girtin û ji ber nexweşînan her roj wê radikin nexweşxaneyê, 51 roj in di girtîgehê de ye. Malbata Ozer ji bo bidawîbûna îşkenceyê bang kir.    Li navçeya Artemêtan a Wanê Makbûle Ozer a 80 salî ya ji sedî 53 astengdar piştî 2 sal û mehek cezayê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hat erêkirin, hatibû girtin. Makbûle Ozer 51 roj in tevî hevjînê xwe Hadî Ozer girtiye. Makbule Ozer di Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê de ye û hevjînê wê Ozer jî di Girtîgeha Wanê de ye. Heyeteke ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê ji bo Ozer rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" amade kiribû. Ev rapor bûbû cihê bertekên mezin.    Ji ber nexweşînên wê hema bibêje Ozer her roj radikin nexweşxaneyê. Duh na pêr cardin ew rakirine nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku Ozer êdî bi zorê dimeşe. Ozer ji ber ku li qawîşa lê dimîne nikare biçe ser nivînan, li mitbexa li bin qawîşê li ser nivîneke li erdê raxistî radikeve.    ‘ÊDÎ NIKARIM BIMEŞIM'   Duh na pêr malbata wê çûye serdana wê. Ozer ragihandiye ku ji ber dermanan xew bi çavê wê nakeve û dest û pêyên wê tim diwerimin. Ozer bi lêv kiriye ku nikare xwarinê jî bixwe û gotiye: "Ji ber nexweşîna helandina hestiyan zehmetiyê dikişînim. Ev nexweşîn ehr diçe zêdetir dibe û êdî nikarim bimeşim. NIkarim li ser pêyan bisekinim û lazmatiyên xwe peyde bikim. Min bi sendeliya bi teker dimin. Şekir û tansiyona min jî min pir nerieht dike. Li gel ev qas nexweşînan cardin rapora 'dikare di girtîgehêd e bimîne' dan min. Ez vê berpêşî wijdanê he rkesî dikim."    ‘BILA EV ÎŞKENCE BI DAWÎ BIBE'   Naîme Ozer têkildarî nexweşînên dêya xwe axivî û wiha got: "51 roj di ser girtina dê û bavên min re derbas bûye. Nexweşînên dêya min her diçe zêdetir dibin. Jixwe gava li malê bû jî bêyî alîkariyê nikaribû tevbigere. Ev qas nexweşînên wê hene, lêrabûn rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan wê. Gava dêya bin tînin nexweşxaneyê hema bibêje pir eziyetê dikişîne. Çimkî wê bi rîngê tînin. Em dixwazin ev îşkence bi dawî bibe û dêya min bê berdan."    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN'   Ozer bi lêv kir ku hema bibêje her roj girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û got: "Ne dêya min, ne jî bavê min û ne jî girtiyên din ên nexweş naxwazim di vî halî de bin. Ji bo ev mirov bên dermankirin demildest divê bên berdan. Em vê polîtîkaya desthilatê ya li ser girtîgehan û gelê kurd qebûl nakin. Em dixwazin hemû kesên xwedî wijdan di vî warî de hesas bin. Divê ev îşkence bi dawî bibe."