Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin 2022-06-27 14:29:02   WAN - Rêxistinên sivîl ên li Wanê têkildarî serdegirtina leşkeran a li mezraya Sersûla Elbakê raporek amade kirin û xwestin êriş bi her awayî were lêpirsînkirin û faîlan derxin pêşberî darazê.    Leşkeran di 20’ê hezîranê de li mezraya Sersulê ya bi ser gundê Xaşkana navçeya Elbaka Wanê ve avêtibû ser malbata Atli. Leşkeran di serdegirtinê de Mehmet Emîn Atli binçav kiribû, kêliyek dirêj gule berdabûn hewa û li jinan dabûn. Baroya Wanê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê wek şandeyek çûbûn gund û bûyerê lêkolîn kiribûn. Her sê saziyan derbarê lêkolîna ku kiribûn de raporek amade kirin û raporê bi civînek çapemeniyê ya li Baroya Wanê eşkere kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl tev li civînê bûn.    ‘OPERASYON BI PLANKIRÎ HATIYE KIRIN’    Serokê ÎHD’a Wanê Mehemt Karataş raporê xwend. Karataş diyar kir ku bi awayek amadekarî operasyon bi ser gund ve hatiye kirin û wiha got: “Şandeya me çûye gund û dîmenên gundiyan girtiye lêkolîn kirine û tomar kirine. Li gorî dîmenên hatine lêkolînkirin, leşkeran bê ser û ber bi ser malê de girtine. Kêliya ku welatî ji malê derdixin tînin li maşîneya zirxî siwar dikin, leşker bi çekan bênavber demek dirêj guleyan berî hewayêdidin. Her wiha me çavdêriya ku Dîlber A. bi awayek hij jê çûyî li erdê dirêj bûye û zarokê wî welatiyî F.A. di nava leşkeran de ku dixwaze bavê xwe rizgar bike maye.”    BÊYÎ BIRYARA LÊGERÎNÊ SERDEGIRTIN HATIYE KIRIN    Karataş diyar kir ku leşkrean bi awayek zêde û bêserûber guleyan berdaye û wiha axivî: “Li gorî ku vegotinên mexdûr û şahidan hat gotin, tevî ku biryara lêgerînê ya leşkeran nîne jî li malê geriyane û li nava hev dane. Ev rewş li dijî xalên Qanûna Muhakemeya Cezayê, Lêgerîn û Desteserkirinê ye. Heke biryara dadgehê hebe, lêgerîn li mala tê kirin. Divê ji ber tundiya leşkeran kiriye û ne li gorî wezîfeya xwe rabûne lêpirsîn dadî derbarê wan de bê destpêkirin.”   TUNDÎ LI JIN Û ZAROKAN HATIYE KIRIN    Karataş da zanîn ku operasyona pêk hatiye ne li gorî tevdîrên ewlehiyê ne û wiha domand: “Leşkeran tevahiya gund dorpêç kiriye. Derdora malê bi çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Bi dehan leşker ketine mala M.E.A û tevî ku ew malbata xwe li malê rûniştibûne. Leşkeran bi awayek bêserûber û hêzek mezin mudaxileyî malê kiriye. Di kêliya binçavkirinê de leşkeran tundiyê û muameleya nebaş li M.E.A û hevjîn û zarokên wî kirine. Malbatê û gundiyan bertek nîşanî binçavkirinê dane lê leşkeran di wê kêliyê de bi çeken giran kêliyek dirêj gule berdane hewayê. Li derûdora malê di lêkolîna ku hatiye kirine de 400 qalikên guleyan hatine berhevkirin.”    MAFÊ JIYANÊ XISTINE XETEREYÊ    Karataş destnîşan kir ku hatiye çavdêrkirin ku leşker ji êrişê re jî amade bûne û got: “Muameleya nebaş û tundiya wan li ser zarokan û jinan travmayek nebaş hiştiye. Leşker ewlehiya canê welatiyan nefikirîne û berevajî vê leşkeran bi tevgerên xwe û guleberdanê mafê jiyana welatiyan xistine xetereyê.”    DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ   Di beşa encam û daxwazê ya raporê de jî hat destnîşankirin ku divê ew leşkerên mudaxileya bêserûber û bêpîvan kirine derbarê wan de lêpirsînek bi bandor were destpêkirin û faîl werin tespîtkirin û wan derxin pêşberî darazê.