Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin 2022-06-27 13:42:19   AYDIN - Stranbêj Veysî Belketîn ê li navçeya Efelerê di dawetekê de stranên kurdî gotin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hate binçavkirin.    Stranbêj Veysî Belketîn ê duh bi şev li Taxa Ovaeymîr a navçeya Efeler a Aydinê di dawetekê de stranên kurdî gotin, di dawiya dawetê de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Beltekîn ê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hate binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Aydinê.    Tê payîn ku Belketîn sewqî dozgeriyê bê kirin.