Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye 2022-06-27 12:39:51   EDENE - Kekê Eylem Ataş ku keçeke malbateke yoruk bû û tev li Şoreşa Rojava bûbû, Huseyîn Ataş di salvegera 7’emîn a mirina xwişka xwe de wiha got: “Tevî ku kurd nebû jî gelek li ser pirsgirêka kurd û Kurdistanê disekinî. Ji xeteke ku bê şert û merc xwedî lê derdiket dihat.”   Endama Hêzên Azadiya Yekgirtî (BOG) Eylem Ataş (Cemre Heval) ku dema li dijî DAÎŞ’ê şer dikir li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wê û hevalên wê di salvegera 7’emîn a mirina wê de têkoşîna “Eylema Yoruk” a ji bo kurdan dayî vegotin.    Ataş a weke keçikeke malbateke yoruk li navçeya Aladag a Edeneyê di sala 1992’yan de ji dayik bû, di temenê biçûk de têkoşînê nas dike. Bavê Ataş ê li malbateke polîtîk mezin bû ji ber di nava Tevgera Rizgariyê (Kurtuluş Hareketi) de cih digire gelek caran bi ser mala wan de tê girtin û bav tê girtin. Ataş, di demên xwe yên lîseyê de Lîseyiyên Şoreşger (Dev-Lîs) nas dike û ji vê rojê şunde bi awayekî çalak di nava têkoşînê de cih digire. Ataş, dema li Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Enqereyê de dixwîne, agahiya mirina hevalê xwe yê herî nêz Heval Yeşîlgoz ê tev li PKK’ê bûye û li Dersimê jiyana xwe ji dest dide digire. Tevî vê agahiyê Ataş di sala 2015’an de berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê.    Ataş dema 23 salî bû di 27’ê Hezîrana 2016’an de li dijî DAÎŞ’ê şer dike û jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Ataş 101 rojan li ser sînor hate sekinandin. Di encama têkoşîna malbatê û gelek beşên demokrat cenaze hat wergirtin û li ser wasiyeta wê li ser axa Çûkûrovayê ku jê dayik bûye li Goristana Kuçuk Obayê hate veşartin.    NAMEYA EYLEMÊ   Ataş, berî ku biçe Rojava ji malbata xwe re nameyekê dihêle. Di nameya Ataş ku qala armanca çûyîna wê dike de ev gotin hatine nivîsîn: “Ev biryara ji bo jiyaneke adil ku em ê biguherînin min wergirtî ye ji we re parve dikim. Divê ewil ez vê destnîşan bikim ku li Rojhilata Navîn ji aliyê mirovên bindest ve dîrokeke nû tê nivîsîn. Ya ku dikeve berê me jî em li cem van mirovên dîrokê dinivîsin cih bigirin. An ku ji bo zarok zêdetir bikarin nan bixwin, mirov li ber çavên me neyên perçekirin, pirsgirêkên em dikişînin bila biraziyên min Mahîr Ûlaş û Eylul nekişînin diçim....”   ‘XWEDÎ LI MALBATÊN ŞEHÎDAN DERKEVE’   Bav Mehmet Ataş ê piştî keça wî jiyana xwe ji dest dide nexweşiya wî Hûntîngton pêş ve diçe, bi lêv kir ku keça wî hêj biçûk têkoşîn nas kir. Ataş, bi lêv kir ku keça wî keçeke “serhildêr” bû û ew wiha vegot: “Aliyekî yê wê yê ku herkes dixist nava liv û tevgerê hebû. Yekane armanca wê weke navê xwe çalakî kirib bû. Ji alikariyê hez dikir, keseke ku pariyê xwe parve dikir bû.”    Ataş, da zanîn ku Eylem piştî hevalê wî Heval Yeşîlyûrt jiyana xwe ji dest dide diçe Rojava û wiha berdewam kir: “Berî ku biçe tev li bibe hat bi min re axivî û got wê tev li bibe. Berî ku biçe ji min re got ‘Bav li xwe baş binêre. Li malbatên şehîdan xwedî derkeve’. Nameyek hişt û çû.”   ‘JI BO ŞOREŞÊ ŞER KIR’   Kekê wê Huseyîn Ataş jî diyar kir ku ji ber ji malbateke kedkar û şoreşger tên bi xwişka re di temenên biçûk de têkoşîn nas kirine. Ataş, bi lêv kir ku dema xwişka wê jiyana xwe ji dest da di girtîgehê de bû, roja ku cenaze anîn Tirkiyeyê ji girtîgehê derket lê heta ku cenaze hate veşartin jî di girtîgehê de hate sekinandin û nehiştin tev li merasîma cenaze bibe.    Kekê wê, tev li bûna Ataş a pêvajoya şoreşê wiha vegot: “Dema ewilî li Rojava têkoşîn dest pê kir, hişê Eylemê li wir bû. Bi wir radibû bi wir rûdinişt. Digot divê teqez li dijî zalimtiya DAÎŞ’ê were derketin. Di mijara pratîkê de gav avêt û gelek net bû. Di hevdîtina me ya dawî de qala zarokekî ku cenazeyê wî li peravê behrê hate dîtin û Komkujiya Garê ya Enqereyê kir. Ji bo têkoşîna şoreşê şer kir.”   ‘NEXDIWEST KU KURD BIBIN MÊTÎNGER’   Kekê Eylem Ataş da zanîn ku tevî ku Eylem kurd nebû jî gelek li ser pirsgirêka kurd û Kurdistanê disekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em malbateke yoruk in lê nedixwest ku kurd bibin mêtînger. Dixwest ku kurd û tirk xwedî heman mafê welatîbûyînê bibin û bi kurdan re têkoşîna jiyaneke hevpar da. Geleke keyfxweş bû digot ‘ez cara duyemîn ji dayik bûme, cara ewil ez kurd bûme’. Bi awayekî cidî pirsgirêka kurd xistibû nava jiyana me. Têkoşîna azadiya kurd ji bo me xeteke têkoşînê ya girîng bû. Ji xeteke ku bê şert û merc xwedî lê derdiket dihat.”   ‘CENAZEYAN NADIN MALBATAN’   Ataş, anî ziman ku di pêvajoya nedayîna cenaze de bi gelek zextan re rû bi rû man û bi lêv kir ku tevî bavê wî astengdar jî bû ji ber di çalakiya ji bo wergirtina cenaze de cih girt cezayê hefsê lê birîn. Ataş, da zanîn ku hêj bi hezaran cenaze hene ku nedane malbatên wan û got: “Dewlet ji bo van malbatan ceza bike û di têkoşînê de bê biryar bihêle, aliyê qirêj yê şer bikartîne. Li tu dera cîhanê li ser miriyan şer nayê kirin. Wê demê em bi desthilateke tune dihesiband re rû bi rû mabûn, ma li her derê çalakî kirin. Her der ji bo çalakiyê rabû li ser piyan. Bi dehan mirov hatin binçavkirin. Dewletê ev tişt kir û hêj jî didomîne.”   ‘LI DIJÎ TARITIYÊ RONAHIYEK’   Ataş, bi bîr xist ku gelek caran gora xwişka wî hatiye texrîbkirin û bi lêv kir ku bi van êrişên tên kirin nagihin armanca xwe. Ataş, bi lêv kir ku Şoreşa Rojava ji îro pê ve li dijî tarîtiyê ronahiyeke û got: “Îro têkoşîna Eylemê li her qadê tê jiyîn. Di 8’ê Adarê de jinan wêneyê Eylemê hilgirti bû, ev tê wê wateyê ku têkoşîna wê tê domandin. Ji ber vê yekê Rojava şoreşa jinê bû. Eylem di ruhê têkoşîna jinê de bû sîmgeyek. Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan û Berîtanan girtî ye. Divê xwedî li Rojava ya li cihanê bû mînak bê derketin. Eylem û navên weke wê wê rêya me ronî bikin.    ‘BIRIK Û BERXWEDÊR BÛ’   Hevalê wê Salîh Ûlûtaş jî Ataş wiha vegot: “Min Eylem di demên lîseyê de serdemê xebatên hilbijartinê de nas kir. Di saetên serê sibê de tevî germa Edeneyê bi saetan bi me re dikarî bimeşe. Zû hînî şert û mercan dibû, bi birikbûn û berxwedêr bûna xwe moral dida me. Kengî min dîtibûya bi helbesta Ahmet Arîf ya “em ne bi tenê ne (yalnız değiliz)” em silav dikirin. Bandoreke zêde li min kir.”   MA / Mukadder Akyol