Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin 2022-06-27 09:33:33   EDENE - Di serdegirtina Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê û malan de Hevserokên HDP’ê yên BajêR Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku di serdegirtinan de li welatiyan dane û li malekê lêgerîna tazî hatiye ferzkirin.     Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, bi hinceta lêpirsîneke têkildarî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de daye destpêkirin derbarê 38 kesan de biryara binçavkirinê da. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê û li Edeneyê û Amedê bi ser hin malan de girtin. Hate diyarkirin ku polîsan di serdegirtinan de derî şikandine û li welatiyan dane.  HEVSEROK HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan di serdegirtinan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş, Hevberdevkên DBP’ê yên Çûkûrovayê Şîlan Tûrga û Enver Guler, Cîgira Şaredarê Seyhanê Fûnda Bûyrûk û Mehmet Saît Dîkmen, Abdûrrahman Oral, Hayrettîn Oz, Sever Ûzûn, Mehmet Sarûhan, Mahsûn Ûzûn, Sûat Ekîn, Zîlan Çîçek, Mahmût Dalmiş, Ahmet Akdogan, Jiyan Aslan û Jiyan Savci jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    BI SER KOMELEYA ÇAND Û HUNERÊ DE GIRTIN    Lêgerînên li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê berdewam dikin. Hate diyarkirin ku li odeya Cîgira Şaredarê Seyhanê Fûnda Bûyrûk a li şaredariyê jî lêgerîn hatiye kirin.    Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.    LI WELATIYAN DAN   Hate diyarkirin ku polîsan di serdegirtina mala Mehmet Saîk Dîkmen de li welatiyan dane. Bavê Mehmet Saît Dîkmen, Mehmet Emîn Dîkmen diyar kir ku di saetên serê sibê de polîsan bi ser mala wan de girtine û tiştên qewimîn wiha vegotin: “Me ji polîsan re got bisekinin em ê derî vekin, lê bênavber li derî didan û diqîriyan. Polîsan deriyê me yê derve şikandin di wê navberê de cam şikestin û rûyê me ketin. Em di nava xwînê de man. Heqaret kirin û li me dan. Li malê zarok hebûn û psîkolojiya wan xerab bû. Çek dirêjî me kirin. Ev bêwijdanî ye.    LI MALÊ LÊGERÎNA TAZÎ KIRIN   Hate diyarkirin ku di serdegirtina malê de jinek xistine odeyekê û cilên wê ji ber kirine û lêgerîna tazî lê ferzkirine.