Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da 2022-06-26 14:55:48   AMED - Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derbkirina girtiyan daxuyanî da û bi hinceta “li dijî gardiyanan derketine” îşkenceya li girtiyan hatiye kirin parast.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Amedê gardiyanan bi ser qawîşan de girtin û bi hinceta “madeyên qedexe hene” girtî derb kirin. Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derbkirina girtiyan daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku lêgerîn ji ber “madeyên qedexe” hatiye kirin û ev tişt gotin: “Di 24’ê hezîrana 2022’yan de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Amedê ji ber madeyên qedexe yên di qawîşan de dihatin veşartin, lêgerîneke berfireh hatiye kirin. Di lêgerînê de gelek ji wan madeyan hatine bidestxistin. Hikûmxwarê bi navê E.A. di dema lêgerînê de li dijî gardiyanan derket û nehişt ku karê xwe bikin. Ji ber madeyên hatine bidestxistin, lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. Kar û xebatê li hemû girtîgehan bi feraseta ‘toleransa ji bo îşkenceyê nîne’ tê kirin. Divê kesek guh nede gotinên bi mebestên nebaş hatine kirin û ji rastiyê dûr.”