Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn 2022-06-26 14:51:13 AMED -  Di navbera malbatên Oncel û Kortak ên ji Bismilê xwîndarî hebû. Ji bo ku her du malbat li hev bên, KCD, HDP, DBP û gelek saziyên civaka sivîl ketin nava hewldanan û silha malbatan hate kirin.  Di navbera malbatên Oncel û Kortak ên ji Bismil a Amedê de dijminatî hebû. Bi mebesta lihevanîna her du malbatan, bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, parlamenterên Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Mûsa Farisogullari, endam û rêveberên KCD, DBP, HDP, rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên bajêr û gelek welatiyan li avahiyeke dawetan xwarin hat dayîn.    Di xwarinê de endamên her du malbatan jî amade bûn. Ji ewil mewlîd hate xwendin û piştre jî herdu malbat hatin ba hev û destên hev girtin.    Beriya xwarinê, beşdar li ser lihevhatina herdu malbatan axivîn. Hevserokê HDP’a Bismilê Mehmet Şakir Demîr spasiya hemû kesên bûne wesîleya silhê kir û got ku bi hêviya ku êdî li ser vê xakê kuştin çênebin. Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî diyar kir ku ew naxwazin êdî li vî welatî kuştin çêbibin û hêviya aştiyeke mayînde bo hemû cîhanê kir.    'EM SEKNA WAN MALBATAN PÎROZ DIKIN'   Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û ev tişt anî ziman: “Silha di navbera herdu malbatan de ji bo gelê kurd gelek girîng e. Gelê me ji her alî ve gelek bedel dan û dide. Malbatên me bi vê biryarê gavek avêtin û ev gav ji bo yekitiyê jî pir hêja ye. Zext û zoriyeke mezin îro li Kurdistanê heye û em sekna malbatan a li dijî vê yekê pîroz dikin.”    'YEKITIYA NAVXWEYÎ GIRÎNG E’   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî destnîşan kir ku bi sedsalaye di navbera kurdan de alozî û pirsgirêk tên derxistin û wiha qedand: “Dema di navbera me de aştî çêdibe, em pê keyfxweş dibin. Em baş dizanin ku neyarên gelê kurd bi sedsalan e dixwazin di navbera kurdan de aloziyan derxînin. Siyaseta dewletê li ser parçebûna me hatiye avakirin. Em dibînin ku gelê kurd ji bo pêşeroja xwe bedelên mezin dane. Heke aloziya di navbera me de xelas bibe, dê yekitî pêş bikeve. Her wiha neyartiyeke gelek mezin tê kirin lewma yekitiya navxweyî ya kurdan gelek girîng e û pêwîstiyeke.”    Piştî axaftinan jî beşdaran dest bi xwarinê kirin û merasîma lihevanînê bi dawî bû.