Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir 2022-06-26 11:56:03   ÎZMÎR - Dayika bi navê Hedla Aksu ku daxwaza wê ya herî dawî ew bû ku kurê xwe yê girtî bibîne, bêyî ku kurê xwe bibîne li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Dayika girtiyê bi navê Abdulkadîr Aksu ku li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Hedla Aksu (84) di 20’ê hezîranê de ji ber nexweşiya dil û tansiyonê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê. Dayika Hedlayê îro di serê sibehê de jiyana xwe ji dest da.    RAPOR NEHAT DAYÎN   Hat zanîn ku daxwaza dawî ya dayika Aksu ew bû ku kurê xwe yê girtî bibîne. Ji bo ku daxwaza Aksu pêk were, diviyabû nexweşxaneyê rapora ku rewşa wê girane bidaya. Heke nexweşxaneyê rapor amade bikira û radestî dozgerê girtîgehê bikira û dozger jî destûr dabûya, wê demê Abdulkadîr Aksu dikariya were serdana dayika xwe. Lê belê dayik Aksu ku demekî dirêj di navbera nexweşxaneyên dewletê û yên taybet de dihat û diçû, nekarî raporê wergire û bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da.    JI BO KU BEŞDARÎ ŞÎNÊ BIBE PERE JÊ HAT XWESTIN   Malbata Aksu ji bo ku Abdulkadîr Aksu beşdarî merasîma cenazeyê bibe, li rêveberiya girtîgehê geriya. Lê belê rêveberiya girtîgehê ji malbatê re got; ‘Ji bo ku Abdulkadîr Aksu beşdarî merasîma cenazeyê bibe divê 3 hezar 500 TL lîre pereyan bide.” Malbatê da zanîn ku heke pere were dayîn dê Aksu bikare beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe.