Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin 2022-06-26 11:04:27 ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan têkildarî nîqaşên di komîsyona ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî gelê kurd şer dikin.”  Komîsyona Têkel ku ji endamên Makeqanûn û Komîsyona Edaletê ya Meclisê pêk tê, bi mebesta rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, di 23’yê hezîranê de civiya. Di heman rojê de biryara avakirina Komîsyona Amadekar hate dayîn. Komîsyona Amadekar jî di 23’yê hezîranê de civiya û ji bo parastina nivîskî heta 4’ê tîrmehê û ji bo parastina devkî jî heta 5’ê tîrmehê dem da Aydenîz.    Komîsyon divê xebatên xwe yên ji bo 5 fezlekeyên cuda yên derheqê Aydenîz de di nava mehekê de temam bike û rapora xwe ya ji bo rakirin an jî nekirina parêzbendiya Aydenîz jî bişîne Komîsyona Têkel. Piştre jî dê Komîsyona Têkel ji bo hevdîtinê were ba hev. Heke hem di Komîsyona Amadekar û hem jî di Komîsyona Têkel de biryara “rakirina parêzbendiyê” derkeve, dê ev biryar ji Lijneya Giştî re bê şandin û biryara dawî dê ew bidin.    BI NÛÇEYÊN NÎJADPEREST HEDEF NÎŞAN DAN    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kurtulan ku beşdarî civîna li Komîsyona Têkel bûbû, derheqê nîqaşên di komîsyonê de axivî. Kurtulan, anî ziman ku beriya civîna komîsyonê, hem derheqê Aydenîz û hem jî derheqê partiyan wan de li ser medyaya alîgir nûçeyên nîjadperest hatine weşandin û wiha got: “Parlamenterên desthilatdariyê û şirîkê wê di nava hewldanê de bûn ku demek beriya demekî biryar bê dayîn. Serokê komîsyonê jî got ‘jixwe komîsyoneke teknîk e. Em ê komîsyoneke jêrtir ava bikin û belav bibin.’ Bi vê helwestê hewl da bûyerê biçûk nîşan bide lê belê me jî gotina xwe kir.”    PIRSGIRÊKA KURD    Bi domdarî Kurtulan diyar kir ku di fezlekeyên li komîsyonan de îdiayên “Qanûna Civîn û Meşên Xwepêşandanan a Hejmar 2911” û “Berxwedana li dijî polîsan” nehatine nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Mijar hate ser axaftinên me yên derheqê tecrîdê, birêz Ocalan, helwesta me ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û hwd. Nûnerê MHP’ê dest bi vegotina dîroka PKK’ê kir. Axaftinên me yên di daxuyaniyan de xwendin û fezleke vegotin. Hewl dan aşkera bikin bê ka em çawa li PKK’ê dinihêrin. Civîneke ku tê de zêdetir pirsgirêka kurd hatiye nîqaşkirin çêbû. CHP’ê jî di komîsyonê de bal kişand ser xalên Makeqanûnê, biryarên binpêkirinê yên AYM’ê û gotin ku rakirina parêzbendiyan hiqûqî nîne. Heke mijar qêrkirina polîsan û tundiya li wan hatibe kirin, parlamenterên AKP-MHP’ê jî dikin. Wekîlê MHP’ê jî ev yek qebûl kir. Lê polîs mafên me binpê dikin.”    ‘VÎNA GEL TUNE DIHESIBÎNIN’   Di berdewamê de Kurtulan bal kişand ser axaftina serokê komîsyonê ya derheqê “îtîbara parlamenteran” de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di esasê xwe de tu îtîbareke meclisê nema ye. Li cihekî ku polîs li parlamenteran dixin, li erdê tên kaşkirin û rastî heqaretan tên kesek nikare qala îtîbarê bike. Bi van tiştan re îtîbara Meclisê jî zêde nabe. Ev tundiya li dijî parlamenterên kurd, ji roja ku em ketine Meclisê heta niha berdewam e. Ev bêhiqûqî ji ewil li me tên kirin û piştre jî li ser civakê berbelav dibe. Piştî me jî tiştên li Yeneroglu û parlamenterê CHP’ê hatine kirin hene. Polîs ji bilî AKP-MHP’iyan kesekî wek parlamenter nabînin. Bi qeyûman hilbijartinên li Kurdistanê betal dikin û niha jî gav bi gav parêzbendiyan radikin û vîna gel tune dihesibînin. Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî gelê kurd têdikoşin û şer dikin. Hem li girtîgehan û hem jî li derve wisa ye. Nahêlin gelê kurd yek mafê xwe yê demokratîk pêk bîne. Lê belê di pirsgirêka kurd de ev rê êdî encamekî bi xwe re nayînin. Kurd êdî birêxistinkirî ne û hemû cîhan wan nas dike. Dost û rêhêvalên wan hene. Anku ev rêbaz dê encamekî bi xwe re neyînin.”