Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin 2022-06-26 09:05:12   MÊRDÎN - Li Mêrdînê her diçe gelek kes dest ji AKP'ê berdidin. Kesên dest ji AKP'ê berdane ji niha ve haziriyên xwe yên ji bo guherandina desthilatê dikin. Ev liv û tevgera di nava AKP'ê de nîşan dide ku dê di rojên pêş de gelek kes jê veqetin.    Li Mêrdînê bi destpêkirina nîqaşên ji bo hilbijartina pêşwext re gelek kes û malbatên AKP'î li hemberî îhtimala ku desthilat biguhere ketine nava hin lêgerînên nû. Hin kesên ku naxwazin ji çepera desthilatê veqetin di binî re jî hevdîtinê bi gelek partiyên siyas yên din re dikin. Her wiha hin kesên ji zû de ye bi AKP'ê re ne jî ji bo hin derdoran ber bi xwe ve bikişînin hevdîtinan dikin.   Li Mêrdînê kesên ji roja AKP hatiye avakirina heya niha serokatiya bajêr, serokatiya navçeyê, şaredarî û hwd. gelek tişt kirine li hev kom dibin û hevdîtinan dikin. Ev lihevkombûn û hevdîtin jî nîşan didin ku dê di rojên pêş de gelek kes ji AKP'ê veqetin.    3 KESÊN JI BO AKP'Ê GIRÎNG   Tê gotin ku ev kesên ku li Mêrdînê ji AKP'ê veqetiyane yek jê kesekî ku berê namzetiya xwe ji bo şaredariyê daniye û parlementer e, kesekî nêzî 15 salan di AKP'ê de şaredarî kiriye û Serokê AKP'ê yê Dêrikê yê berê Alî Osman Tûtal e.    Jixwe Alî Osman Tûtal li ser hesabê xwe yê medyaya sanal bi awayekî eşkere ragihandiye. Tûtal di peyama xwe ya bi sernavê "Kesên bêdeng biryar dan ku biaxivin" de gotiye: "Wekî berê me niha jî bi berfirehî îstişareya xwe kir û em li ser fikirîn. Û hindik maye em biryarên xwe pêk bînin."    Lê her du kesên din heya niha tiştek negotine. Ji van her du kesan me ji kesekî pirsî, lê nexwest navê wî bê eşkerekirin. Ev kes diyar kir ku hevdîtin çêdibin lê hê hin tiştên nezelalbûyî hene û got, gava mesele zelal bibe dê bi raya giştî re parve bikin.    PARTÎ HÊJ NEDIYAR E   Ev her sê kes ku hevdîtinê bi serekên malbatên mezin ên bajêr re dikin, hevdîtinê xwe yên di vî warî de bêyî ku navê partiyê bibêjin didomînin. Ev her sê kes li bajêr hevdîtinê bi gelek kesan re dikin û ji wan dixwazin daxilî nava wan bibin. Her wiha van kesan hevdîtin bi partiyên siyasî yên muxalefetê yên din re jî kirine.    DÊ JI AKP'Ê VEQETIN   Hat hînbûn ku ev her sê kes ji hin partiyên siyasî bersivine erênî ji hin partiyan jî bersivine neyînî girtine û di hevdîtinên xwe yên bi hin AKP'iyan re encamine erênî girtine. Her wiha hat hînbûn ku ev kes bi taybetî li Qoser, Artûklû, Midyad, Dêrik û Rişmilê bi malbatên ku her tim li gel partiyên desthilatdar in re hevdîtin kirine û encamên girîng bi dest xistine. Tê payin ku piştî temambûna hevdîtinan tevî serekên van malbatan daxuyaniyek bê dayîn.    Piştî vê civînê dê kifş bibe ku bê wê ev derdorên ji AKP'ê veqetiyan bi kîjan partiyê re hereket bikin.    MA / Ahmet Kanbal