Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin 2022-06-25 16:10:58   ÇANAKKALE - Kurê Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, Muhammed Cîhad Cemre, hat binçavkirin.    Kurê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Muhammed Cîhad Cemre yê li navçeya Bayramîçî ya Çanakkaleyê dijî, hat binçavkirin. Kaya li ser hesabê xwe yê Twitterê binçavkirina lawê xwe belav kir û got ji ber biryara veşarî li ser dosyeyê heye nizanin sedema binçavkirinê çi ye. Kaya anî ziman ku alîgir û trol bil ez û bez ketine tevgerê û malbata wî hedef didin nişandan. Kaya got wan serî li ber zilmê netewandiye û dê serî li ber bêeslan jî netewînin.