Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin 2022-06-25 15:31:19   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku girtî Naîl Demîr ê ku nexweşîna penceşêrê lê peyda bûye were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 407’emîn de çalakî li dar xist. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Naîl Demîr ê rewşa wî giran e û li Girtîgeha Afyonkarahîsarê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Çalakî li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin û pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin.    Rêveberê ÎHD’a Enqereyê Îhsan Seylan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku yek ji girtiyên nexweş jî Naîl Demîr e û 29 sal in girtî ye. Seylan da zanîn ku Naîl Demîr heta niha li girtîgehên bajarên Mêrsîn, Meletî, Çankiri, dîsa Malatî, Kocaelî, Bandirma û Ermenek hatiye girtin û nêzî sê sal in jî li Girtîgeha Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Seylan anî ziman ku Demîr ji ber salên dirêj e girtî ye nexweşînên giran û kronik lê peyda bûne. Seylan got nexweşîyên wek penceşêr, prostat, gurcik pê re hene û bi zehmetî jiyana xwe didomîne.    Seylan diyar kir ku 5 sal in nexweşîna penceşêra kolonê li Demîr peyda bûye û tedawiya wî nayê kirin. Seylan xwest tedawiya Demîr bê kirin û tavilê bê berdan.