Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir 2022-06-25 14:53:44   ELIH - Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya vê heftê de çîroka kuştina Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar xwendin û ji bo danişîna doza wî ku wê roja duşemê bê dîtin banga tevlîbûnê kirin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (îHD) a Êlihê û Xizmên Windayan, di hefteya 535'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li kolana Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin" hat vekirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Êlihê jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan ÎHD'ê û xizmên windayan.    Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Zekî Tanguner, çîroka kuştina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û Endamê Lijneya Rêveberiya Bajar ê DEP'ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr xwendin. Tanguner, ji bo 8'emîn danişîna doza cînayeta Sîncar ku wê di 27'ê hezîranê de li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin banga tevlîbûnê kir.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.