Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir 2022-06-25 14:09:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dusseldorfê ya bi dirûşma "Kurdistanê biparêze" a li dijî êrişên Tirkiyeyê û bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê dest pê kir.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi diruşmên "Li dijî dewleta tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk, parastina Kurdistanê bike" dest bi meşa li Dusseldorfê hat kirin. Bi dehan siyasetmedar, hunermend û aktîvîst jî di nav de bi hezaran kes tev li meşê bûye.    Kurdistaniyan serê sibehê li Kirscheplatzê civiyan, bi diruşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî PKK", "Bimirê Îxanet" ber bi qada civînê ya Dusseldorf Graf-Adolf-Platzê ve dest bi meşê kirin. Beriya meş dest pê bike bi sedan welatî govend gerandin û silavên xwe ji berxwedana Kurdistanê re şandin.    Girseya ji hezaran kes pêk tê bi xwendina sirûda "Ey Reqîb" dest bi meşê kir. Tê payîn ku meş li Rheinparkê bi dawî bibe û mitîngek bê lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û yên mafê mirovan ên ji çar parên Kurdistanê û ji welatên cihê yên cîhanê, ekolojîst, nûnerên tevgerên jinan û li ser navê Êzîdî, Tamîl û Zapatîstayan jî dê di mitîngê de biaxivin.