ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê 2022-06-25 11:46:00   ENQERE - ÎHD û TÎHV, bi wesîleya "Roja Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine" daxuyaniyeke hevpar a nivîskî dan û destnîşan kirin ku her dera Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), derbarê "Roja Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine" de daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandîn.  ÎHD û TÎHV, di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku di tevahiya dîroka Komara Tirkiyeyê de îşkence û mehmeleya xebat weke pêkanîneke sîstematîk a dewletê hebûye û ji bo pêvajoya niha ev tişt gotin: "Desthilata siyasî, ji aboriyê bigire heta tenduristiyê her mijara li welat kiriye meseleya ewlehiyê. Di encama rêbaza birêvebirina bi zext a welat de tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê."   RÊJEYA ÎŞKENCEYÊ PIŞTÎ REWŞA AWARTE ZÊDE BÛ   Di berdewama daxuyaniya xwe de  ÎHD û TÎHV, destnîşan kirin ku bi devên rayedarên herî paye bilind îşkence tê parastin û teşfîqkirin û ev nirxandin kirin: "Li navendên binçavkirinê îşkence û mehmeleya xerab bi hemû dijwariya xwe didome. Îşkence li jin, LGBTÎ, karker, parastvanên jiyanê û mafê mirovan û endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî tê kirin. Ji sala 2016'an ve piştî îlankirina Rewşa Awarte rêjeyên îşkenceyê zêde bûn. Ji sala 2019'an ve agahî ji Yûsûf Bîlge Tûnç ê hat revandin agahî nayê girtin. Li girtîgehan di asteke bilind de îşkence li girtî û hikumxwaran tê kirin."   DAXWAZ   Di dawiya daxuyaniya xwe de ÎHD û TÎHV'ê dan zanîn ku berpirsyariya pêşîlêgirtin û rawestandina îşkenceyê di destê dewletande ye û ev daxwaz rêz kirin:   "* Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên bidawîkirin.    * Divê rayedara terka gotinên xwe yên ku peznê îşkenceyê didin û teşfîq dikin berdin û li gorî pêşniyarên mekanîzmayên navneteweyî pêkanînên îşkenceyê bi awayekî ji raya giştî re vekirî teqez bên şermezarkirin.    * Di şertên binçavkirinê de divê usûla ewlehiyê bê kêmasî bê pêkanîn.     * Divê dema binçavkirinê bê kurtkirin.    * Divê Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK)  ya heyî bê rakirin û li gorî Protoqola (OPCAT) pêvek a Peymana Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Prensîbên Parîsê yên Neteweyên Yekbûyî, mekanîzmayeke nû ya pêşîlêgirtinê ya neteweyî ku bi tevahî serbixwe bê bê avakirin.    * Divê Komîsyona Çavdêriya Hêzên Ewlehiyê bê bêalîkirin û serbixwekirin.    * Divê belgekirin û raporkirina îşkenceyê li gorî şertên 'Protoqola Stenbolê' ku belgeyeke Neteweyên Yekbûyî ye bê kirin.    * Divê angaştên îşkenceyê bi awayekî lez, bibandor û bêalî bên lêpirsînkirin, ji aliyê heyetên serbixwe ve bên lêkolînkirin û di pêvajoya darizandina wan adîl de di her astê de li gorî şertên hiqûqî û sincî yê navneteweyî bê tevgerandin.    * Divê girtîgeh ji kontrolên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî re bên vekirin.    * Divê hemû raporên CPT'yê bên aşkerakirin û li gorî hemû peşniyarên wê bê tevgerandin."