304 afgan hatin dersînorkirin 2022-06-25 10:43:24   ÎZMÎR - Walîtiya Îzmîrê, derbarê penaberên ku duh bi otobusan bi zorê ji GGM'ê hatibûn derxistin de daxuyanî da û diyar kir ku 304 penaber hatine dersînorkirin.    Li Îzmîrê, penaberên li Navenda Paşvegerandinê ya Harmandali ya li navçeya Çîgliyê duh bi zorê li otobusan hatin siwarkirin û ji navendê hatin derxistin. Walîtiya Îzmîrê, derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di 23'ê hezîranê de ji Enqerê 78 û di 24'ê hezîranê de ji Îzmîrê 226 bi giştî 304 penaberên afganistanî hatine dersînorkirin.