Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin 2022-06-25 09:02:05   AMED - Danişîna doza qetilkirina Parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar dê roja duşemê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê bê lidarxistin. Cîhan Sîncar got, "em ê dest ji vê dozê bernedin" û ji bo beşdarbûnê bang li her kesî kir.    Danişîna 8'an a doza qetilkirina Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 4'ê Îlona 1993'yan de li Êlihê di êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin, dê di 27'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê bê lidarxistin.    'KURDAN EDALET NEDÎT'   Cîhan Sîncar, hevjîna Mehmet Sîncar, diyar kir ku 29 sal in doza edaletê dikin û got: "Girîngiya vê dozê evwe ku ew bêedaletiya hat serê Mehmet bila neyê serê gelê me. Tenê ne Mehmet, bi hezaran kurdên wekî wî li kuçeyan hatin qetilkirin. Em ji bo hemûyan doza edaletê dikin. Li Tirkiyeyê heya niha kurdan edalet nedîtiye. Ger li ser axa we zilm li we bê kirin, nexwe ji xeynî berxwedanê tiştek namîne. Em ji bo edaletê li ber xwe didin."    TÊKOŞÎNA JI BO EDALETÊ   Sîncar bi lêv kir ku Mehmet Sîncar parlementer bû, lê dewletê heya niha ji bo zelalkirina vê cinayetê tiştek nekiriye û wiha domand: "Vê dewletê ji bo parlementerê xwe yê hat qetilkirin tiştek jî nekir. Me randevû ji Wezîrê Dadê xwest, lê guh li me nekir. Lê em li dijî bêedaletiyê xwedî li nirxên xwe derdikevin. Ji bo hiqûq pêk bê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji bo edaletê têdikoşin, sibê jî wê zarokên me vê têkoşînê bidomînin. Em ê dest ji vê dozê bernedin."    DOZA GELÊ KURD   Sîncar diyar kir ku doz bi xetereya ku têkeve ber demboriyê re rû bi rû ye û got: "Ev doz wekî doza Mûsa Anter, Vedat Aydin, Tahîr Elçî doza tevahiya gelê kurd e. Bang li gelê me dikim; ji bo edalet pêk bibe bibi dengê me. Em li bendê ne ku her kes roja duşemê tevli danişîna dozê bibe."