Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn 2022-06-25 08:28:53   SÊRT - Li navçeya Berwariyê di navbera cerdevanan de şerê erd derket û 2 cerdevan mirin û 3 cerdevan jî bi giranî birîndar bûn.    Li gundê Kîmyanîs ê navçeya Berwarî ya Sêrtê, di navbera cerdevanan de şerekî çekdarî derket. Şer duh êvarê derket û di şer de 2 cerdevan mirin û 3 cerdevan jî bi giranî birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Lêkolînû Perwerdeyê ya Sêrtê. Li derdora nexweşxaneyê bi awayekî berfireh bergiriyên ewlehiyê hatin girtin. Li gorî angaştan, di navbera cerdevanên gundê Sanoh û Kîmyanîsê de li ser erd şer derketiye û cerdevanên bi navê Halîl Babur û Asûr Aslan li cihê bûyerê mirine û cerdevanên bi navê Abdûllah Bati, Hamdîn Ergun û Alîhan Demîrkol jî birîndar bûne. Li ser vê ekîbên tenduristiyê, polis û cendirme sewqî cihê bûyerê hatine kirin û birîndaran rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Berwariyê û ji vir jî wan bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Lêkolînû Perwerdeyê ya Sêrtê.