Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin 2022-06-23 17:38:35   ENQERE – Komîsyona Têkel ji bo betalkirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê biryar da ku Komîsyona Amadekariyê bê avakirin.    Komîsyona Têkel a ji endamên Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê û Komîsyona Edaletê pêk tê li hev kom bû. Komîsyon ji bo betalkirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîzê li hev kom bû. Serokê Komîsyona Qanûna Bingehîn Yûsûf Bayazit ê AKP'î serokatiya komîsyonê kir.    Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Komîsyona Edaletê Mehmet Ruştu Tiryakî, Zuleyha Gulum û Abdûllah Koç û parlementer Erdal Aydemîr û Pero Dundar jî tevli komîsyonê bûn. Serokwekîlê Koma MHP'ê Muhammed Levent Bulbul jî tevli komîsyonê bû.    Di komîsyonê de 5 fezlekeyên Aydenîzê hatin nîqaşkirin. HDP'iyan xwest ji bo her fezlekeyekê komîsyonek bê avakirin. Lê belê komîsyonê daxwaza HDP'ê red kir.   Komîsyonê biryar da ku ji bo vekolandina fezlekeyan "Komîsyona Amadekariyê" bê avakirin. Parlementerê HDP'ê Abdullah Koç, Parlementerê CHP'ê Rafet Zeybek û parlementerên AKP'ê Alî Ozkaya, Emîne Zeybek û Orhan Kircali ji bo Komîsyona Amadekariyê hatin bijartin.    Ji bo vekolandina her 5 fezlekeyan mehek muhlet ji bo Komîsyoan Amadekariyê hat diyarkirin. Di vê demê de dê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz karibe parastina xwe bi awayekî nivîskî ji komîsyonê re bişîne. Ger komîsyon ji bo betalkirina parêzbendiyê raporê amade bike, dê Aydenîz di Komîsyona Têkel de careke din parastinê bike. Ger di Komîsyona Têkel de biryara betalkirina parêzbendiyê bê dayîn dê betalkirina parêzbendiyê li Desteya Giştî bê nirxandin. Aydenîz, dê hem di komîsyonê de hem jî di Desteya Giştî de parastinê bike.