Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin 2022-06-23 16:39:50   MÊRDÎN - Li çawişê pispor Bestamî Dûman ê li navçeya Qoserê bi wesayîta zirxî li Hazna Su’yê dabû û bû sedemê mirina wê 2 ceza hatibûn birîn. Dadgehê cezayê Dûman bi ‘halê baş’ daxist salek û 8 mehan.    Li navçeya Qosera Mêrdînê di 11’ê çile de çawişê pispor Bestamî Duman wesayîta zirxî li Hazna Su ya 52 salî dabû û bûbû sedema mirina wê. Danişîna sêyemîn a doza Duman ku negirtî tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Asliye ya Qoserê ya 3’yemîn hat lidarxistin. Duman ê bi sûcê “kuştina biqisûr” tê darizandin û parêzerê xwe û parêzerê malbata Su di danişînê de amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir.   DAXWAZA DOZGER   Dozger di danişînê de mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û derbarê Dûman de bi sûcdariya “bi xeletî bû sedema mirinê” xwest çawişê pispor Dûman were cezakirin. Bersûc çawişê pispor û parêzerê wî xwestin biryara beraetê bê dayîn. Parêzerê Su’yê Mehmet Alpaslan jî bi bîr xist ku di rapora hatiye amadekirin de bersûc ji sedî sed bi qisûr e û xwest ku dosya ji Dadgeha Cezayê Giran re were şandin. Alpaslan diyar kir ku divê bûyer “kuştina bi qestî” û “bizanebûn bûye sedema mirinê” bê nirxandin û xwest bersûc bi awayekî herî giran were cezakirin.    SALEK Û 8 MEH CEZAYÊ HEFSÊ DA   Dadgehê li çawişê pispor Dûman bi îdiaya “bi xeletî bû sedema mirinê” 2 sal ceza birîn. Dû re dadgehê ji ber helwesta wî ya li dadgehê bi “halê baş” ceza daxist û li bersûc salek û 8 meh ceza birî. Dadgehê biryar da ku ceza neyê taloqkirin.    Parêzerê malbata Su diyar kir ku wê serî li Dadgeha Îstînafê bide.