Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin 2022-06-23 15:03:45   STENBOL - Di encama êrişa polîsan a li dijî Nobeta Edaletê de 6 kes hatin binçavkirin. Çalakvanên ku êrişa polîsan şermezar kirin ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan.    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di hefteya 14’emîn de li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate kirin. Di çalakiya vê hefteyê de dayika girtî Yakup Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 3 ya Sîlîvriyê tê ragirtin, Fînce Akman û dayika girtî Xemgîn Karakaş ê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatiye kirin û di hucreya yekkesî de tê ragirtin, Cemîle Karakaş amade bûn. Her wiha parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglu, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, Partiya Şoreşger û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) jî piştgirî dan malbatan.    Polîsên ku avahiya edliyeyê dorpêç kiribûn, biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Kagithaneyê weke hincet nîşan dan û xwestin çalakiyê asteng bikin. Li ser vê yekê parlamenter Pîroglu bertek nîşan da û got ku her hefteyê bi heman hincetê îşkence li malbatan tê kirin.    DAN BER PÊHNAN Û LI ERDÊ KAŞ KIRIN!   Di vê navberê de polîsan êrişî Fînce Akman û Cemîle Karakaş kirin. Dayik hatin derbkirin, devê wan hate girtin û xwestin bênefes bihêlin. Piştre jî li erdê hatin kaşkirin û derbkirin.    Malbatên ku di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatin, dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Di vê navberê de polîsan nehiştin rojnameger dîmen û wêneyan bikişînin. Di encama êrişa polîsan de 6 kes hatin binçavkirin.    BER BI QADA GALATASARAYÊ VE MEŞIYAN   Parlamenter Pîroglu bertek nîşanî êrişa polîsan da. Pîroglu, bermalkê ku li ser “Azadî ji girtiyên nexweş re” hatibû nivîsandin li xwe kir û ber bi Qada Galatasarayê ve meşiya. Piştre jî parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz, endamên Partiya Şoreşger û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê beşdarî meşê bûn. Meş hê jî didome.