Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin 2022-06-23 14:13:55   MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê 20 girtî hatibûn derbkirin. OHD, TUAY-DER û ÎHD’ê derheqê mijarê de daxuyanî dan û xwestin ku têkildarî mijarê derheqê berpirsyaran de lêpirsîna dadî û îdarî bê destpêkirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê derheqê 20 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li avahiya OHD’ê hate dayîn û li gel endam û rêveberiyên komeleyê, her wiha hevserokê HDP’a Mêrsînê û xizmên girtiyan jî amade bûn.    Endamê OHD’ê parêzer Halîl Gungor daxuyanî xwend. Gungor, da zanîn ku ji ewil 2 girtî ji hêla gardiyanan ve tên derbkirin û girtiyên din jî bertek nîşan didin. Bi domdarî Gungor ev agahî parve kirin: “Piştre jî destên girtiyên din ji pişt ve hatin kelemçekirin, solên wan ji piyên wan hatin kirin, du saetan di odeya bisunger de hatin ragirtin û piştre jî birin odeyên cuda. Heta alav û amûrên girtiyan jî nedan wan. Ji ber ku kelemçe li destên wan hatibû şidandin û dema destên wan kelemçekirî hatibûn kişandin, di dest û milên wan de birîn çêbûn. Tevahiya gardiyanên li girtîgehê li pêş kamereyan girtî derb kirin û îşkence li wan kirin.”    RÊVEBERIYÊ BI PARÊZERAN RE HEVDÎTIN NEKIRIN   Bi domdarî Gungor bal kişand ser pirsgirêkên parêzer dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo hevdîtina bi girtiyên ku rastî îşkence û nêzikatiya xerab hatin, di 22’yê hezîrana 2022’yan de şandeyeke parêzeran çû girtîgehê. Şandeya hevalên me xwestin têkildarî bûyerên metirsîdar ên girtiyan qala wan dikir de bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikin. Li ser vê yekê karmendên girtîgehê dan zanîn ku dê midûr bi wan re hevdîtinê neke. Gardiyanên girtîgehê ji bo astengkirina hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re jî ketin nava hewldanên provakatîf. Dema em van bûyerên ku gelek caran li ser medyayê hatine parvekirin, serlêdanên ji bo saziyên me hatine kirin, gotinên girtiyan ên di dema hevdîtina bi şandeyê re, helwestên êrişkar ên karmendên girtîgehê û redkirina hevdîtinê ya bêsedem a midûrê girtîgehê dinihêrin, piştrast dibin ku girtî rastî nêzikatiyeke dermirovî û îşkenceyê hatine.”    ‘EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN’   Herî dawî jî Gungor ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, baro, Lijneyên Mafên Mirovan a Walîtiyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl şandeyan ava bikin, biçin serdana Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Tarsûsê û li wir lêkolînan bikin. Divê Wezareta Edaletê ji bo cezakirina faîlên ku ev sûcên li dijî mirovahiyê kirine lêpirsîna îdarî bide destpêkirin û Serdozgariya Komarê ya Tarsusê jî di zûtirin demê de lêpirsîna dadî bide destpêkirin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin.”