Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin 2022-06-23 12:30:04   AMED - Malbatên ji bo giriyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin Nobeta Edaletê digirin, xwestin ku bêhiqûqiyên li girtîgehan xistine dewrê de bi dawî bibin û wiha gotin: “Zarokên me li girtîgehan em jî dê li vir li ber xwe bidin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Amedê dabûn destpêkirin di roja 220’emîn de li pêş Edliyeya Amedê berdewam kir. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya Kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    ‘BERXWEDAN JIYAN E’   Yek ji malbata girtiyan Reşahat Ada ku li vir axivî, xwest ku bêhiqûqiya li dijî girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin xistine meriyetê bi dawî bibe û wiha got: “Zarokên me tişteke xerab nekiriye. Zarokên me ji bo axa xwe, zimanê xwe û çanda xwe têkoşiya ye. Ji ber vê yekê hatin girtin. Zarokên me li girtîgehan em jî dê li vir li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e. Bijî berxwedan.”   Nobeta Edaletê bi berzkirina dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.