Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû 2022-06-23 11:41:41   STENBOL - Lêpirsîna ji ber nûçeyek girtîgehê derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê MA’yê Ferhat Çelîk û Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Yenî Yaşamê ya bere Încî Aydin de hatibû destpêkirin, bi biryara dozvenekirinê bi encam bû.    Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 24’ê îlona 2020’yan de têkidlarî ava nepaqij ku li Girtîgeha Turkogluya Meraşê ya Tîpa L’yê ya Jimara 1’an diherikî nûçeyek çêkiribû. Li ser gilîkirina girtîgehê derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê MA’yê Ferhat Çelîk û Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Yenî Yaşamê ya bere Încî Aydin de bi îdiaya “îftira lê kirin” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Turkogluya Meraşê dabû destpêkirin de îfadeyên Çelîk û Aydin hatibû girtin.    Çelîk û Aydin di beyanên xwe de diyar kiribûn ku di nûçeya xwe de cih dane beyanên malbatên girtiyan.    Dozger diyar kir ku di nûçeyê de îftira nehatiye kirin û nûçe li ser îfadeyên malbatên girtiyan hatiye çêkirin û biryara dozvenekirinê da.