Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin 2022-06-23 11:36:06   STENBOL - Li Stenbolê girtina 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê hat protestokirin. Rojnamevanan destnîşan kir ku ew ê li şûna hevalên xwe girtî jî li her qadê rastiya binivisînin û ew ê bêdeng nemînin.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), ji bo 16 rojnamevanên kurd ên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin girtin, li Meydana Şîşxaneyê daxuyanî dide çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên rojnamevanan û gelek rojnamevan, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên rojnamevanên girtî û dovîz hatin hildan û pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat hildan.   Daxuyaniya bi kurdî rojnamevan Dûrket Suren û daxuyaniya bi tirkî jî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever xwendin.    Beriya daxuyaniyê nûçegihana JINNEWS’ê Nişmiye Guler axivî û behsa zextên li ser rojnamevanan kir û xwest rojnamevanên hatin girtin tavilê bên berdan.    Daxuyaniya ji aliyê Dûrket Suren ve bi kurdî hat xwendin wiha ye:     ‘ÎKTIDAR DIXWAZE ROJNAMEVANÊN KURD BÊZAR BIKE’    “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku hem li welat û hem jî li derveyî welat krîza rêvebirinê dijî; amûrên şer, zext û zorê têxe meriyetê û dixwaze bi vê rêbazê xwe ji vê krîzê xelas bike û civakê bêzar bike. Hewl didin hemû derdorên ku van polîtîkayên wan red dikin û wekî wan nafikirin jî bi rêya darazê ku xistiye bin tehekûma xwe têxe bin kontrola xwe. Desthilatdariya ku hemû dengên li dijî krîza aborî, li dijî polîtîkaya wan a nirxên civakê dirizîne, li dijî siyaseta sûc, şer, şêlandin û talankirinê derdikevin bo xwe weke ‘dijmin’ dibîne, êdî winda dike. Her ku winda dike jî amadekariyên xwe yên êrişan ên li dijî muxalîf û derdorên din zêdetir dike. Desthilatdarî, hewl dide bi rêya hilbijartin û şer re desthilatdariya xwe mayînde bike. Di pêvajoyeke wiha de armanc dike ku hemû kesên li hemberî wan serî natewînin, yên ku li gel bedelên giran jî li pey rastiyê digerin, di serî de çapemeniya azad ên ku karê xwe li gorî rûmeta pîşeya xwe dikin û xwedî li mafê agahîgirtinê yê civakê derdikevin ku nikarin têxin bin kontrola xwe, bêzar bikin.     XWESTIN DENGÊ GELÊ KURD BÊ QUTKIRIN   Ji ber van sedemane ku di 8’ê hezîranê de 20 kedkarên çapemeniya azad ên kurd hatin binçavkirin. Ev roj, weke şerm û qirêjiyeke mezin di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Saziyên ku tê de dixebitiyan hatin dorpêçkirin, dest danîn ser alav û amûrên wan. 8 rojan di bin çavan de man û piştre jî 16 hevalên me bi awayekî neheq û derhiqûqî hatin girtin. Ev jî besî wan nebû ku çapemeniya AKP-MHP’ê hevalên me hedef girt! Em ê nekevin nava wê hewldanê ku bibêjin hevalên me rojnameger in. Ji ber ku rojnameger bûn lewma hatin girtin. Pir aşkera ye ku li ser îdiayên bêbingeh û bi pevbestîneke mîna mîzansenê, operasyonek hatiye kirin. Ne tenê hevalên me hedef hatin girtin, azadî û rojnamegeriya wan nabe rojnamegerî bixwe! Di esasê xwe de ji wê gelek zêdetir e. Bi vê operasyonê xwestin ku dengê gelê kurd ku hebûna wan tê înkarin, rastî her cureyên zext û zorê tên û li dijî vê têdikoşe, dengê hemû bawerî û bindestên din, dengê jin, zarok, ciwan û hemû derdorên li derveyî civakê hatine hiştin jî qut bikin da ku ev deng neyê bihîstin!     EM Ê LI HER DEVERÊ BINIVISÎNIN    Bêguman weke şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad, şopdarên APÊ MÛSA, şopdarên Gurbetellî Ersoz ku bûye sembola rojnamegeriya serî natewîne, weke kedkarên birûmet ên çapemeniya azad, weke rêhevalên Cengîz Altûn, Ersîn Yildiz û hêj gelek ên din, em di ferqa vê rastiyê de ne. Lewma em yek gavê paşve naavêjin. Li gel hemû zextan jî her ku diçe em bihêztir dibin, zêdetir dibin û hîn bêhtir xwedî li pîşeya xwe derdikevin. Mîna hevalên me yên hatine girtin... Em li vê derê ne, dê li vê derê bin û her çend ku hevalên me li hundir bin jî em ê li derve dev ji nivîsandinê bernedin. Em, xebata di nava çapemeniya azad de bo xwe weke rûmetê dibînin û dê bibin dengê wan, civak û heqîqetê.     EM Ê BÊDENG NEMÎNIN   Bi salan berê dema rojnameya Ozgur Ulke hat bombekirin, manşeta ewil a rojnameyê ev bû: “Ev agir dê we jî bişewitîne.” Ev welat ji wê rojê heta niha dişewite. Me her tim got û dibêjin ku ev zextên heyî dê tenê bi çapemeniya azad re bisînor nemînin. Qanûna sansûrê ku dixwazin îro bînin, berdewamiya vê operasyonê ye. Û dê berdewamiya wê jî were. Tekane rêya pêşîlêgirtina vê, ne tenê piştevanî lê têkoşîneke hevpar û birêxistinkirina hewla dijderketinê ye. Heta ku em hevalên xwe dîsa ji wan distînin û azadiya çapemeniyê pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bêdeng nemînin!”   Piştî daxuyaniyê endama Desteya Rêveberiya Basin-Îşê ya girêdayî DÎSK'ê rojnamevan Canan Yildiz û Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîrogolu jî axaftinên kurt kirin û girtina rojnamevanan protestokirin.