OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir 2022-06-23 11:25:30   ENQERE - OHD’ê ji bo danişîna doza Komkujiya Dedeogullari banga tevlibûnê kir û wiha got: “Em bang li hemû saziyên hiqûqê yên demokratîk ên di qada mafên mirovan de xebatan dimeşînin dikin ku beşdarî danişînan bibin.”    Danişîna doza komkujiya di 30’ê tîrmeha sala 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogullari hatiye kirin dê di 28’ê hezîranê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê û danişîna doza êrişa nîjadperest a di 12’ê gulana 2021’an de li dijî malbatê hatiye kirin jî dê di 1’ê tîrmehê de li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê bê dîtin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê ji bo beşdarbûna danişînan bang kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrişa nîjadperest a di 30’ê tîrmeha 2021’an de ku pêşî lê nehatiye girtin ji malbatê 7 kes bi awayekî plankirî hatine qetilkirin.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêvajoya darazê ya derheqê êrişa nîjadperest û komkujiyê de berdewam dike û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Êrişa di 12’ê gulana 2021’an de û komkujiya di 30’ê tîrmeha 2021’an de bi awayekî vekirî girêdayî hev in lê daxwaza yekkirina van her du dosyayan hate redkirin. Gelemperiya bersûcan negirtî tên darizandin. Rewşa darizandinê yek ji mînaka polîtîkaya necezakirinê ye û ev yek jî pêşî li ber fikaran vedike. Daxwazên ji bo darizandina peywirdarên cemaweriyê yên îhmala wan di bûyerê de heye jî bêbersiv tê hiştin. Em banga xwedîderketina li doza Dedeogullari li her kesî dikin. Her wiha em bang li hemû saziyên hiqûqî yên demokratîk ku di qada mafên mirovan de xebatan dimeşînin dikin ku beşdarî danişînan bibin.”