Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin 2022-06-23 09:16:17   MÊRDÎN - Bêrêbaziyên Şaredarê Artuklu yê AKP’ê Abdulkadîr Tutaşi derketin holê. 13 endamên Meclisê yên AKP’yî xwestin Tutaşi îstifa bike, lê daxwaza wan nehat bicihanîn û van endamên Meclisê daxwaznameyên îstifayê dan.    Li Şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê ku ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin, gendelî û bêrabaziyên lê diqewimin berdewam dike. Komîsyona Kontrola Malî ya Şaredariyê tespit kir ku Şaredarê Artuklu yê AKP’yî Abdulkadîr Tutaşi gendelî û bêrêbaziyan kiriye. Tevî vê tespîtê jî tu gav nehatin avêtin. Hema beje her roj li Serokatiya Bajêr a AKP’ê û Şaredariya AKP’ê ku nîqaş tên kirin, 13 endamên Meclisa Şaredariyê yên AKP’yî xwestin Tutaşi ji ber gendeliyê û bêrêbaziyê îstîfa bike. Di navbera van 13 endamên Meclisê û Serokatiya AKP’a Mêrdînê de nîqaşên zêde hatin kirin.    13 ENCUMENÊN AKP’Ê XWESTIN ÎSTÎFA BIKIN    Hin endamên Meclisê yên AKP’yî beriya niha ji ber gendelî û bêrêbaziya Tutaşi dosyeyek amade kirin û birin Navenda Giştî ya AKP’ê. Piştî dosye hat radestkirin, xwestin ku Navenda AKP’ê û Serokatiya AKP’a Mêrdînê gavan biavêjin lê heta îro tu pêşketin çênebû. Hat zanîn ku serê vê hefteyê van 13 enedamên Meclisê ji ber tu pêşketine di daxwaza wan de çênebûye, biryar girtine ku dê îstîfa bikan.    DEM DAN    Endamên Meclisê ku daxwaznameyên îstîfayê radestî AKP’a Mêrdînê kirin, di navbera wan û rêveberên AKP’ê de nîqaşên dirêj derketin. Rêveberên AKP’ê xwestin endamên Meclisê daxwaznameyên xwe paş ve bikişînin. Lê belê endamên Meclisê ji bo daxwaznameyên xwe paş ve bikişînin heta 27’ê hezîranê dem dan AKP’ê.    Me têkildarî mijarê endamên Meclisê yên AKP’yî re hevdîtin kir û diyar kirin ku ew ê niha tu daxuyaniyek nedin û dê li bendê encama daxwaznameyan bisekinin.