Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin 2022-06-22 16:30:22   STENBOL - Ji bo ku girtiya bi navê Ozlem Aydin ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe, rêveberiya girtîgehê jê re “50 hezar TL mesrefa rê” derxist.    Yekitiya Malbatên Demokrasiya Nû têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî sirgun, îşkence, cezayên hucreyan, xespkirina mafan û tecrîdê li ser girtiyên şoreşger werin em dengê xwe bilindtir bikin!” hatibû vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û gelek parastvanên mafan jî di daxuyaniyê de amade bûn.    Ji endamên Yekitiya Malbatan a Demokrasiya Nû Elvan Ozeren da zanîn ku binpêkirinên li dijî girtiyan di demên dawî de zêdetir bûne û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtiyên ku nexweşiyên wan giran jî nayên berdan. Lewma jî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Ji mirina girtiyên nexweş jî ji ewil Wezareta Edaletê û Saziya Tipa Edlî berpirsyar in. Di 30’ê gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi dehan girtî hatin ‘sirgunkirin.’ Her wiha bi ser qawîşên girtiyên şoreşger Ozgur Çelîk û Abîdîn Kahraman de hate girtin û sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Sîncanê hatin kirin. Li gel ku Çelîk û Kahraman girtî ne jî, niha di hucreyên yekkesî yên girtiyên bi muebbeta giran tên darizandin tên ragirtin.”    GIRTÎGEHA TÎPA S    Bi domdarî Ozeren nameya Kahraman a derheqê binpêkirinên li girtîgehê xwend. Piştre jî Ozeren anî ziman ku gardiyanan di 18’ê hezîranê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê di bin navê lêgerînê de girtî Veysel Kaplan û girtiyê astengdar Kamîl Turanlioglu derb kirine û Kaplan di “odeya bisunger” de hatiye ragirtin.    JI BO GIRTÎ 50 HEZAR TL MESREF DERXISTIN   Di berdewamê de Ozeren got ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo 3 mehan cezayê hucreyê li Ozlem Aydin hatiye birîn û ev agahî parve kirin: “Aydin xwest biçe merasîma cenazeyê bavaê xwe. Rêveberiya girtîgehê ji bo mesrefên rê 50 hezar TL nivîsandiye. Ji ber vê sepana keyfî û derhiqûqî, Ozlem Aydin ji mafê xwe yê herî însanî bêpar hatiye hiştin û nekarî biçe merasîma cenazeyê bavê xwe.”    Parlamenter Dilşat Canbaz jî girtina 16 rojnamegeran a li Amedê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev êriş, li dijî hemû kesî ye. Bi hefsên malê û kontrolên edlî re Tirkiye veguherandin girtîgehên vekirî. Dema girtiyan ji girtîgehekê dibin girtîgeheke din, rastî lêgerîna tazî tên. Dixwazin vê sepanê rewa bikin û weke mafê xwe bidin qebûlkirin. Vê yekê jî di bin navê lêgerîna zirav de dikin. Dema girtî vê sepanê red dikin jî ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Girtî terkî mirinê hatine kirin. Daxwazên HDP’ê yên ji bo serdanên li girtgîgehan jî ji hêla Wezareta Edaletê ve tên redkirin.”    QANÛNÊN OHAL’Ê    Di daxuyaniyê de endamê TDÎ’yê Abdulmelîk Yalci jî axivî û da zanîn ku biryarên di dema OHAL’ê de hatine dayîn, êdî bûne “qanûn.” Her wiha Hevseroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Guleren Yolerî jî bertek nîşanî binpêkirinên li girtîgehan da û got ku desthilatdarî hewl dide ji bo îşkenceyê bingeheke qanûnî amade bike.