Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne 2022-06-22 15:30:39   AMED - Bi ser girtina 16 rojnamegeran re hefteyek derbas bû lê belê şîrketên Produksiyonê yên Piya û Arî hêj di bin dorpêça polîsan de ne. Lêgerîna li kargehan bêyî ku agahiyek bi parêzeran re were parvekirin didome.    Di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin û bi ser ajans û kargehên wan ên produksiyonê de hate girtin. Di serdegirtinan de gelek kamera, kompîtir û materyalên dijîtal hatin desteserkirin. Di 8’ê hezîranê de lêgerîna li Produksiyona Fîlman a Pelê bi dawî bû lê belê li gel ku 15 roj bi ser re derbas bûn jî lêgerîna li avahiyên produksiyonên Piya û Ariyê berdewam dike.    Ev 15 roj in ku polîsan avahiya 4 qat a kargehên produksiyonê û derdora wê xistine dorpêçê. Parêzerên produksiyonên Piya û Ariyê bi dozger re hevdîtin kirin û diyar kirin ku têkildarî sedem û lêgerîna li avahiyê ji wan re agahiyek nehatiye parvekirin.    DEST DANÎN SER GELEK EKÎPMANAN   Di encama serdegirtina produksiyonên Piya, Arî û buroya navendî ya JINNEWS’ê ya li navçeya Yenîşehîrê de gelek alav û amûr hatin desteserkirin.    ROJNAMEGER 7 ROJ IN GIRTÎ NE   Bi ser girtina rojnamegerên re hefteyek derbas bû ku bi xebatên rojnamegeriyê dihatin sûcdarkirin. Rojnamegerên girtî niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên ragirtin.    ÇI BÛBÛ?   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji rojnamegeran Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç,  Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Her wiha rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.