Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin 2022-06-22 14:00:43   AMED - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş banga beşdariya danişîna doza siyasetmedarê kurd Mehmet Sîncar ku hatibû qetilkirin dê roja duşemê were lidarxistin kir û got: “AKP niha li terefê ku qetlîamên salên 90’î rizgar bike dimîne. Lê em ê destûr nedin vê yeke.”    Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de li sûka Êlihê hatibû qetilkirin. Doza derbarê kuştina Sîncar de berdewam dike. Danişîna dozê dê roja duşemê di 27’ê hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 6’emîn were lidarxistin. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar beriya dozê li avahiya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.    BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ    Serokê Baroyê Nahît Eren ewilî axivî û diyar kir ku dewlet bi qetlîamên salên 90’î re hevrû nebûye û doza Mehmet Sîncar tenê ne doza kesekî ye û ew ê her vê dozê bişopînin û ew ê destûr nedin dozê ku beraet bibe û banga tevlibûna dozê li rêxistinên sivîl kir.    'EM Ê XWEDÎ LI DOZA XWE DERKEVIN’    Cîhan Sîncar jî bi şermezarkirina girtina 16 rojnamevanên kurd dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Di salên 90’î de ji Mûsa Anter bigire heta endamên partiyê yên ku rûmeta kurdatiya xwe diparastin hatin qetilkirin. Serokwezîr û waliyê wê demê yê herêmê hebûn û digotin ‘em ê bikujin’ û kuştin jî. Îro zarokên me neviyên me mezin bûn lê hê jî cenazeyên bav û kalikên xwe nedîtine. Ji Şêx Seîd û Seyîd Riza bigire heta îro kujer nayên dîtin û cenaze winda ne. Em wek malbatan bedela wê çi dibe bila bibe, em ê dest ji doza xwe bernedin.”    JI CÎNAYETÊ KESEK GIRTÎ TUNE YE    Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê Doza Sîncar de agahiyan da û bi ser qetilkirina Sîncar re 30 sal derbas bûn û cinayet bi hevkariya JÎTEM, dewleta kûr û hîzbûllahê pêk hat û belgeyên qetlîamên salên 90’î jî hene. Beştaş got di belgeyan de her tişt beyan û eyan e û her çiqas Cîhan Yildiz ê endamê hîzbullahê ku ji cînayeta Sîncar hat girtin û ceza lê hat birîn jî lê hat berdan. Beştaş anî ziman ku endamên Hîzbullahê ku ji cînayetên salên 90’î hatibûn girtin hemû hatine berdan û niha endamek Hîzbullahê jî di girtîgehan de nemaye lê belê Mehmet Emîn Ozkan ê bi ser 80 salî re di girtîgehê de ye. Beştaş da zanîn ku nêzî 30 sal in di dosyeya cînayeta Sîncar de tu girtî tune ne û daraz mîna ku Cîhan Yildiz ê bersûc didarizîne dike lê belê li derve ye.    'EM Ê DOZÊ BIŞOPÎNIN’    Beştaş destnîşan kir ku Meclisê di serî de ji bo Mehmet Sîncar tu cînayetekê lêkolînek û xebatek nekir û got: “Lê îro radibin ji bo kulmekê parêzbendiya parlamenterek radikin. Ew Serokê Meclisê ku vê parêzbendiyê radike lê xwedî li mebûsek xwe dernakeve. Çimkî yê ku hatiye qetilkirin kurd e, mebûsê DEP’ê ye. Heta ku heqîqet dernekeve holê û rûbirûn çênebe, em ê çawa vê rêyê berdewam bikin. Em wek HDP’ê ji bo rastî derkevin holê em gavên cidî diavêjin û em ji serkeftina xwe jî bi bawerin. Di salên 90’î de doz nedihatin vekirin, lêpirsîn nedihatin birêvebirin. AKP got, ‘me şoreşek mezin pêk anî’ û gotibû ‘me dozan vekir’. Lê AKP niha terefê qetlîamên di salên 90’î de hatin kirin cih digire û dixwaze kujeran efû bike. Em ji Amedê ji AKP’ê re dibêjin, em rola we dibinin. Hûn dixwazin wan efû bikin, lê em ê qet destûr nedin vê yeke. Heta ku heqîqet derkevin holê, em ê têbikkoşin. Em ê roja duşemê bi saziyên xwe re dozê bişopînin.”