Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye 2022-06-22 13:55:42   ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel got ku “Qanûna dezenformasyonê” di bingeha xwe de “Qanûna sansurê ye” û wiha got: “Bi vê qanûnê re dixwazin wisa bi saziyên çapemeniyê yên muxalîf bikin ku nekarin weşanê bikin.”    Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Çapemenî Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Temel, têkildarî “Qanûna dezenformasyonê” û zextên li ser çapemeniya azad axivî.    Tayîp Temel anî ziman ku “Qanûna dezenformasyonê” ku dê li Meclisê bê nîqaşkirin, di esasê xwe de “qanûna sansurê ye” û wiha got: “Azadiya çapemeniyê ne tenê ew e ku rojnameger bikarin di nava şert û mercên guncav de bi awayekî azad nûçeyan binivîsin. Di heman demê de ew e ku civak bi awayekî azad xwe bigihînê rastiyê, bikare xwe îfade bike û dengê xwe rast û bêalî bigihîne raya giştî.”    ‘RABÛRDUYA TIRKIYEYÊ YA ÇAPEMENIYÊ TARÎ YE’    Bi domdarî Temel diyar kir ku zehmete ku mirov li Tirkiyeyê qala azadiya çapemeniyê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rabûrdiya Tirkiyeyê ya çapemeniyê gelek tarî ye. Ji Abdî Îpekçî heta Mûsa Anter, ji Hafiz Akdemîr heta Ferhat Tepe û gelek rojnamegerên din ên parastvanên heqîqetê di vê dîroka tarî de hatin qetilkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî ev tarîtî hîn kûrtir kir, hîn girantir kir û anî astekî wisa ku êdî nema dikare bê rakirin. Ev demekî dirêje ku hewl didin azadiya çapemeniyê bi tevahî ji holê rakin û ketine nava hewldanan ku çendek weşanên muxalîf ên li ber xwe didin jî bêdeng bikin.”    ‘DIXWAZIN ÇAPEMENIYA MUXALÎF BÊDENG BIKIN’   Di berdewamê de Temel da zanîn ku ji Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas heta gelek rêxistinên rojnamegeriyê yên cîhanê yê cuda, têkildarî vê rewşa tarî ya li Tirkiyeyê raporan amade dikin û piştrast dikin ku rewşa heyî gelek xeternak e. Temel, axaftina xwe wiha domand: “Dema em li daneyên sala 2022’yan ên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê dinihêrin, vê rewşa xeternak pir bi rehetî dibînin. Em dikarin bi kurtasî hinek daneyên TGS’ê yên sala 2022’yan wiha vebêjin. Derheqê 60 rojnamegeran de lêpirsîn hatin destpêkirin û 31 rojnameger bi giştî 52 rojan di bin çavan de man.  Ji 128 dozan bi giştî 273 rojnameger hatin darizandin û darizandina wan hîn didome. Bi giştî 75 sal û 5 meh û 26 roj cezayê hefsê dan rojnamegeran. 52 rojnameger rastî êrişa fîzîkî hatin, gef li 57 rojnamegeran hatin xwarin, ji bo 54 malperên nûçeyan bi giştî xwegihandina naveroka 1355 nûçeyan hate astengkirin. RTÛK’ê bi 61 biryaran bi giştî 10 milyon û 427 hezar TL ceza da kanalên muxalîfan. Ev wêne, berhema desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Ji sedî 85’î çapemeniya navendî ya Tirkiyeyê di destê wan de ye. Ev desthilatdarî niha jî rabûye û ji bo bêdengkirina çapemeniya azad û muxalîf, derdorên li dijî wê derdikevin dest bi pêleke êrişê yê nû kir.”    RASTE RAST QANÛNEKE SANSURÊ YE    Tayîp Temel daxuyand ku her çend ku ji qanûna heyî re bibêjin qanûna dezenformasyonê jî, di esasê xwe de qanûna sansurê ye û wiha pê de çû: “Dikare bê gotin ku bi vê qanûna sansurê re hewl didin dengê muxalefetê qut bikin û wisa bi sazî û dezgehên çapemeniyê yên muxalîf bikin ku êdî nekarin weşanê bikin. Dema mirov hinek xalên diyar ên vê qanûnê dinirxîne dibîne ku ruhê vê qanûnê bi tevahî li gorî ruhê wan xalan hatiye sazkirin. Her çend ku gelek tişt di nava vê qanûnê de hebin jî, di esasê xwe de dixwazin bi vê qanûna sansurê re welat ber bi tarîtiyeke kûr ve bibin.”    JI BO KARMENDAN QERTA ÇAPEMENIYÊ   Di berdewamê de Temel ev tişt anî ziman: “Bi vê qanûnê re van tiştan armanc dikin; weke ku tê zanîn li Tirkiyeyê gelek rojnamegerên muxalîf nikarin qerta çapemeniyê bigirin. Bi vê qanûnê re êdî peywirdarên enformasyonê jî dê qerta rojnamegeriyê bigirin. Ev yek heqaret û bêrêziyeke li dijî rojnameger û pîşeya rojnamegeriyê ye.    EW DÊ BIRYARÊ BIDIN BÊ KA KÎ DIKARE BIBE ROJNAMEGER   Xaleke din a derheqê qerta çapemeniyê heye ku sosret e. Rêveberên komele û weqfên ku ji hêla Serokkomartiyê ve hatine erêkirin dê bikarin qerta çapemeniyê wergirin. Qerta ku rojnameger nikarin bigirin dê rêveberên van weqf û komeleyan wergirin. Xaleke din a sosret jî heye. Li gorî vê xalê, komîsyona qerta çapemeniyê ya girêdayî wezareta ragihandinê dê biryarê bide bê ka kî dikare bibe rojnameger. Anku komîsyona girêdayê Wezareta Ragihandinê ya ku Fahrettîn Altun serokatiya wê dike dê biryar bide. Lê li welatên demokratîk, biryara vê yekê ji hêla konseyên ku ji nûnerên pîşeyî pêk tê ve tê dayîn.    RAYEYEKE TAYBET DAN BÎK’Ê   Weke ku hûn jî dizanin dema rojnameyan dest bi weşana xwe dikir, destûr ji dozgeriyê dixwestin. Bi vê qanûnê re êdî dê Saziya Îlan Çapemeniyê (BÎK) biryarê bide bê ka rojnameyek dê bikare dest bi weşanê bike yan na. Divê neyê jibîrkirin ku ev sazî di bin bandora desthilatdariyê de ye.    Dixwazin balê bikişînim ser xaleke din jî.  Weke ku hûn jî dizanin Dadgehên Cezayên Giştî biryara sekinandina weşanê didin. Bi vê qanûnê re êdî vê rayeyê tenê didin Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê. Anku biryara weşaneke li Colemêrg, Amedê ji înîsiyatîfa vê dadgehê re tê hiştin. Dixwazin rê li ber hinek biryarên adilane yên pir biçûk ên dozger û dadgerên ne di bin kontrola desthilatdariyê de jî bigirin. Bi vê yekê re venihêrin û arastekirina desthilatdariyê ya li ser çapemeniyê dê hîn zêdetir bibe.    ROJNAMEGERIYÊ TUNE DIKIN   Bi vê qanûnê re xaleke wiha anîne; ‘kesên li dijî pergala Makeqanûnê sûc dikin, yên sirrên dewletê derhî dikin û yên ji ber vê mijarê hatine girtin nikarin rojnamegeriyê bikin.’ Anku yek ji we yan jî me heke li dadgehekê bi awayekî neadilane bê darizandin û bi hinceta ‘sirra dewletê derhî kiriye’ bê girtin, dê nekare êdî rojnamegeriyê bike.    PÊNASEYEKE NÛ YA SÛC ANÎN   Tiştekî din jî heye ku gelek talûke ye. Pênaseyeke nû ya sûc anîn. Anku belavkirina agahiyên ku di nava gel de fikar û tirsê belav dikin dê bibin mijara girtin, binçavkirin û darizandinê. Li gorî kê? Hemû parvekirin an jî weşangeriya ne li gorî daxwaza desthilatdariyê dê li gorî vê xalê bên nirxandin. Anku heke tiştekî ku we li ser medyaya civakî parve kirî bi xweşiya desthilatdariyê neçe, dadger dikare we li gorî vê xalê bidarizîne. Yek ji peywirên bingehîn ên rojnamegeriyê ew e ku weşangeriyeke desthilatdariyê aciz dike û dilê gel rehet dike bike.    HEWL DIDIN PÊŞÎ LI BER BERTEKAN BIGIRIN   Bi taybet jî bi xala 34’emîn re dadger kengî bixwaze, dikare naverokeke nûçeyekê weke hincet nîşan bide û dest bi pêla binçavkirina çapemeniya muxalîf bike. Anku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo domandina desthilatdariya xwe, li dijî civak û muxalefetê ketiye nava êrişeke berfireh. Bi vê qanûnê re mafên komî û şexsî bi temamî tê bêbandorkirin. Polîtîkayên zextkar, ên dijminatiya li kurdan û jinan bes nedîtin ku niha jî berxwedana li dijî van zextan jî hedef digirin. Dixwazin pêşî li ber bertekan bigirin. Mantiqa Bozdag a ‘heke twîta we vala be wê demê pirsgirêk nîne’ mantiqa vê qanûnê ye.    GIRTINA ROJNAMEGERÊN KURD   Di dema amadekariyên vê qanûnê de li Amedê li dijî rojnamegerên kurd dest bi operasyona girtin û binçavkirinê kirin. Di esasê xwe de ev mînak nîşan dide bê ka dê ji vir û şûnde çi bikin. Ji 22 hevalên min ên rojnameger –Ez dibêjim hevalên min ji ber ku bi salan bi wan re xebitîm- 16 jê hatin girtin. Pirsên li dozgerî û emniyetê jê hatine kirin, ji hêla çapemenî û siyasetê ve sosret in. Ji wan pirsên weke ‘te çima ev bernameye çêkiriye, te çima ev nûçeye çê kiriye, te çima ev nûçeye bi zimanekî ku desthilatdariyê aciz dike hûnandiye’ û hwd. hatine kirin. Ruhê vê qanûnê ya ku min li jor qala wê dikir, vaye tam jî di van pirsan de veşartî ye. Em şahidê rojnamegeriya van hevalên xwe ne. Hinek şahidên sexte li dosyayê hatine zêdekirin. Anku ji bo girtina rojnamegeran kompasê amade dikin. Rojname û rojnamegerên girêdayî desthilatdariyê van hevalên me hedef nîşan didin.    'ROJNAMEGERÊN KURD ROJNAMEGERIYA HEQÎQETÊ DIKIN’    Bernameyên wan çêkirine û televîzyonên ku tê de hatine weşandin kirina sedema sûc. Ji sedî 85’î çapemenî û ragihandina Tirkiyeyê di bin kontrola AKP-MHP’ê de ye. Lê nikare hegemonyaya xwe ya li ser civakê ava bike. Gel ji van weşanên wan bawer nake. Çendek televîzyonên kurd û weşanên muxalîf rojnamegeriya heqîqetê dikin ku meydanê li wan dixwe. Ji ber ku polîtîkayên dijminane yên li dijî kurdan derhî dikirin lewma hatin girtin. Ji ber ku îşkenceyên mîna îşkenceya rojek berê li Wanê hatiye kirin teşhîr dikin, lewma tên girtin.    VÊ QANÛNÊ PAŞVE BIKIŞÎNIN   Lewma divê çapemeniya kurd û çapemeniya muxalîf a li Tirkiyeyê li dijî vê qanûna dezenformasyonê ku di esasê xwe de rê li ber dezenformasyona desthilatdariyê vedike bi hev re têbikoşin. Divê derdorên muxalîf û hêzên di her şert û mercan de heqîqetê diparêzin, li dijî vê qanûnê derkevin. Em bi wan re ne û dê mîkrofon û klavyaya yek hevalê me jî bêxwedî nemîne. Pêşkeşkirina kamerayan a li midûriyeta emniyetê dê dîroka çapemeniyê ya vî welatî weke rûpelek reş bê nivîsandin. Û dê ew kamera tu carî neyên girtin. Em li vir bi aşkerayî dibêjin ku wê qanûna dezenformasyonê paşve vekişînin. Heke hûn ji sedî sed a çapemeniyê bi dest bixin jî dê nekarin serî bi rojnamegerên li pey heqîqetê digerin bidin tewandin.”