Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin 2022-06-22 12:18:23   AMED - Keça girtîyê nexweş Herdem Merwanî, di Nobeta Edaletê ya li ber ATK'ê de diyar kir ku heta daxwazên wan neyênqebûlkirin wê di daxwazên xwe de israr bikin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, li Amedê dabûn destpêkirin, didome. Malbatên girtiyan, di roja 219'an de çalakiya xwe li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) berdewam kirin. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya Kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    'BILA DAXWAZÊN ME DEMILDEST BÊN CIH'   Di çalakiyê de keça girtî Abdûllah Kirtay Herdem Merwanî axivî. Merwanî diyar kir ku girtîyên nexweş nayên dermankirin û heta daxwazên wan nayên cih wê çalakiya xwe bidomînin. Merwanî, bi lêv kir ku di girtîgehan de hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin û ev titş anîn ziman: "Em li vir nabêjin ku tenê ATK sûcdar e, Wezirê Edaletê, rayedarên dewletê û partiyên siyasî ku dengê me nabihîzin jî hevkarê vî sûcî ne. Ji ber wê em li vir bang dikin dibejin bila daxwazên me demildest bên cih. Ew çiqas bi israr dengê me nabihîzin jî em ê ewqas bi israr li vir bin û heta girtiyên me neyên berdan em ê daxwazên xwe israr bikin."   Çalakiya malbatan bi dirûşmayên, "Bijî berxwedana zindanan û heq hiqûq edalet" bi dawî bû.