Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin 2022-06-22 10:44:11   STENBOL - Selda Karataş ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye, ji bo Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ku bi daxwaza darizandina adîl di rojiya mirinê de ne nameyek şand û banga qebûlkirina daxwazên wan kir.    Sîbel Balaç ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û Gokhan Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê girtî ye, bi mehan e bi daxwaza darizandina adîl di rojiya mirinê de ne. Çalakiya Balaç di roja 185'an û ya Yildirim jî di roja 179'an de berdewam dike. Sîbel Karataş ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye, ji bo Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim nameyek şand û banga qebûlkirina daxwazên wan kir.    Karataş, di nameya xwe de bertek nîşanî girtina 16 rojnamegeran jî da.