Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin 2022-06-22 09:55:27   MÊRSÎN - Li navçeya Tarsûsê di serdegirtinên malan de 20 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 20 kes binçavkirin. Hate hînbûn ku 20 kesên ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.    Navên hin kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Hevserokê HDP’a Navçeyê yê berê Ahmet Kizmaz, Mahîde Çîçekdag, Gulistan Çîçekdag, Mûstafa Yildirim, Diyar Şeker, Fûat Yaman, Mûrat Polat û Ahmet Amûtgan.