Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan 2022-06-22 09:05:23   MÊRSÎN - Girtî Mehmet Erbey ku di Girtîgeha Duzce ya Tîpa T'yê de diyar kir ku di avêtina ser qawîşan de eşyayên wan hatine belawelakirin, lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û dosyeyeke wî ya pirtûkan a ku sal û nîvekê li ser xebitiye jî hatiye desteserkirin.    Li girtîgehan binpêkirinên mafan û kêfî her diçe zêdetir dibin. Girtî Mehmet Erbey ê di sala 2009'an de li Wanê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 25 sal ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Duzce ya Tîpa T'yê de ye, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.   Girtî Mehmet Erbey du hefte berê telefonî dayika xwe Meryem Erbey (65) kiriye. Erbey ragihandiye ku di avêtina ser qawîşan de gardiyanan eşyayên wan belawela kirine û dosyeyeke wî ya pirtûkan ku zêdetirî sal û nîvekê li ser xebitiye jî hatiye desteserkirin.    DEST DANÎNE SER XWÊDANKÊN WAN JÎ   Dayik Meryem Erbey diyar kir ku gava kurê wê xwendekarê Zanîngeha Mêrsînê bûye ji ber ku bi kurdî axiviye bi çewisandinan re rû bi rû maye û ji ber vê dest ji dibistanê berdaye. Erbey anî ziman ku piştî kurê wê yê tev li nava PKK'ê bûye di sala 2006'an de jiyana xwe ji dest daye zextên li ser wan jî zêde bûne û kurê wê Mehmet Erbey jî di sala 2009'an de bi hinceta "xebatên rêxistinbûyînê kirine" hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin.    Erbey da zanîn ku kurê wê bi dorê di girtîgeha Edene û Zongûldakê de maye û herî dawî ew sewqî Duzceyê kirine û got: "Di telefonê de got danê sibehê avêtin ser qawîşa wan û bi saetan li hundirê qawîşê geriyane û hemû eşyayên wan belawela kirine, lêgerîn tazî li wan ferz kirine. Dest danîne ser dosyeya wî li ser dîroka mirovahiyê. Heya dest danîne ser pênûsdank û xwêdankên wan jî."    'DIJMINATÎ'   Erbey destnîşan kir ku ew çiqasî xwe li bêdengiyê deynin dê zilm jî ewqasî zêde bibe û wiha got: "Ewqas zilm li wan tê kirin. Rojnameyan nadin wan, pêwendiya wan a bi derve re tê qutkirin. Gava bertekê nîşan didin li wan dixin. 3 hefteye nameyên wan tên astengkirin. Dijminatî tê kirin. Dixwazin kurd doza mafên xwe nekin. Rojnamevanên rastiyan dinivîsin jî girtin. Li Tirkiyeyê hiqûq nemaye. Welat bûye dewleta çeteyan. Zarokên me li hundir, em jî li derve tên tecrîdkirin. Gelê kurd divê bi yek be û divê em ji bo zarokên xwe dengê xwe bilind bikin. Divê em dîwarên ku li pêşiya me hatine çêkirin xera bikin. Ger tiştek bê serê zarokên me berpirs dewlet e."