ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022 2022-06-22 09:00:46   * Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mirinên biguman destnîşan kir ku peywirdarên cemaweriyê yên xwe disipêrin desthilatê di sûc de israr dikin.    * Li Taşûcûyê ji bo Lîmana Sekayê wekî herêma serbest bê veguherandin bêyî ku civîna ÇED'ê bê çêkirin li peravê dîwar hat lêkirin. Welatiyan diyar kir ku dê nehêlin qadên wan ên jiyanê bên qirêjkirin.   * Girtî Mehmet Erbey ku di Girtîgeha Duzce ya Tîpa T'yê de diyar kir ku di avêtina ser qawîşan de eşyayên wan hatine belawelakirin û lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û got, di avêtina ser qawîşan de dosyeyeke wî ya pirtûkan a ku sal û nîvekê li ser xebitiye jî hatiye desteserkirin.    * Dê bi munasebeta 26'emîn salvegera mirina Dengbêj Şakiro "Şeva Bibîranîna Şahê Dengbêjan Şakiro" bê lidarxistin. Hunermendê NÇM'ê Engîn Denîz anî ziman ku dê bi vê bîranînê bersiva zextên li ser kurdî jî bidin.    * Di 5'ê Hezîranê de agir bi Girtîgeha Kurkçuler a Edene ya Tîpa F'yê ketibû. Hat hînbûn ku girtiyên edlî ji bo protestokirina binpêkirina mafan xwe şewitandine. Girtiyan xwest demildest heyetek serdana girtîgehê bike.    * Parezêr Zîlan Usman Heme, bal kişand li ser biryara qedexekirina wêşandina nûçeyên kuştin û xwe kuştinê û destnîşan kir ku hikûmeta Başûr bi vê yeke armanc dike ku dengê tevahî jinên tundî li wan tê kirin û tên kuştin qût bike.   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 471'an de berdewam bike.    * Danişîna doza ku li Seroka Komeleya Jinan a Rosayê hatibû vekirin dê li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)    * Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş û parêzer, derbarê darizandina cînayeta Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar de wê li Baroya Amedê daxuyanî bidin. (11.30)   * Yekitiya Malbatên Demokrasiya Nû, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de wê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî bidin. (12.00)   * Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, wê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn paneleke bi mijara "Li Tirkiyeyê Mafê Mirovan û Mafê Jinan" bê lidarxistin. (16.00)   * Paltforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, derbarê binçavkirin û girtina rojnamegeran de dê li pêşiya avahiya DFG'ê daxuyanî bide. (17.30)   * Platforma Jinan a Edenê, derbarê doza Pinar Gultekîn de wê li Parqa Heykellî daxuyanî bide. (18.30)