‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin 2022-06-21 14:38:46   STENBOL - Danişîna “Doza Akademiyê ya KCK’ê” ku 21 kes jê tên darizandin, bi sedema heyeta dadgehê guheriye hat taloqkirin.    Danişîna 16’emîn a doza 21 kesên rêveber û endamên HDP, DBP, edîtorê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul jî di nav de bi îdiaya “Akademiya KCK’ê” tên darizandin hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 22’yemîn a li Edliyeya Çaglayanê hat lidarxistin. Sê kesên ji dozê tên darizandin û parêzer Ozcan Kiliç tev li danişînê bûn.    Bi hêceta ku heyeta dadgehê li dozê dinêhirî hat guhertin, danişînê taloqî dîrokek pêş kir.