Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin 2022-06-21 14:23:45   AMED - Polîsê bi navê Kazım Bozkurt ku ji doza kuştina Recep Hantaş dihat darizandin, hat beraetkirin.    Li Parka Sumerê ya navçeyaYenîşehîra Amedê di 14’ê nîsana 2019’an de polîsan gule li Recep Hantaş ê ku kaxezan berhev dikir, kiribûn. Hantaş jiyana xwe ji dest dabû. Polîsê bi navê Kazim Bozkurt ê ku Hantaş kuştibû ji sûcê “kuştina bi kestî ya kes” heta 25 salan doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 4’emîn hat lidarxistin. Parêzerên malbata Hantaş, Mehmet Oner, Ercan Yilmaz û Yakup Guven û parêzerê bersûc Mustafa Demîr di danişînê de amade bûn. Polîsê bersûc Bozkurt tev li danişînê nebû.    Dozger mutalaya xwe ya danişîna berê dubare kir.    Parêzer Mehmet Oner jî anî ziman ku di navbera rapora Buroya Kirîmanal a Neteweyî û Saziya Tiba Edlî û keşfe de nakokî hene û xwest ji Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê raporek nû bê amadekirin û daxwaza firehkirina lêkolînê kir.    Dadgehê diyar kir ku di navbera raporan de nakokî nîne û dê hukmê esasê li ber çavan bigirin û daxwaza raporek ji nû ve red kir.    Parêzerên malata Hantaş bal kişandin ser nehiqûqiya di dosyeyê de tê kirin û xwestin bersûc were cezakirin û girtin.    BIRYARA BERAETÊ    Dadgehê bi hêceta ku delîlên sûcê di stûyê polîs Kazim Bozkurt de nehatine dîtin, biryara beraeta polis da. Her wiha dadgehê biryar neda ku derbarê polîsên cihê bûyerê de gilî bê kirin.