Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne 2022-06-21 12:48:59   AMED - Li gorî rapirsîna ku Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîkê li 16 bajaran kiriye, li gorî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an AKP'ê ji sedî 12,6, MHP ji sedî 1,6 dengê xwe winda kirine û dengê HDP'ê jî gihîştine ji sedî 13,8'an.    Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîkê, di navbera 1-12'ê hezîranê de li seranserê Tirkiyeyê derbarê rojev û meyla hilbijêran de xebateke rapirsînê kir. Xebata rapirsînê li bajarên mîna Edene, Semsûr, Enqere, Êlih, Bûrsa, Amed, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Konya, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Samsûn, Riha û Wanê bi hezar û 563 kesan re hat kirin.    DENGÊN 24'Ê HEZÎRANÊ   Di xebatê de pirsa "Di 24'ê Hezîrana 2018'an de di hilbijartina giştî de we dengê xwe da kîjan partiyê?" kirin û ji sedî 39'ê beşdaran got ku dengê xwe dane AKP'ê, ji sedî 23,2'yê beşdaran got ku dengê xwe dane CHP'ê, ji sedî 11,4'ê beşdaran got ku dengê xwe dane HDP'ê, ji sedî 5,8'ê beşdaran got ku dengê xwe dane MHP'ê, ji sedî 10,6'ê beşdaran got ku dengê xwe dane Îyî Partiyê, ji sedî 1'ê beşdaran got ku dengê xwe dane Saadetê û ji sedî 9'ê beşdaran jî got ku dengê xwe bi kar nanî ne.   DENGÊ AKP-MHP'Ê DIKEVIN   Di xebatê ev pirs "Vê yekşemê hilbijartin çê bibe hûn ê dengê xwe bidin kîşan partiyê?" jî hat kirin û ji sedî 26,4ê beşdaran got ku wê dengê xwe bidine AKP'ê, ji sedî 25,3'yê beşdaran got ku wê dengê xwe bidine CHP'ê, ji sedî 12,1'ê beşdaran got ku wê dengê xwe bidine HDP'ê, ji sedî 4,2'yê beşdaran got ku wê dengê xwe bidine MHP'ê, ji sedî 13,8'ê beşdaran got ku wê dengê xwe bidine Îyî Partiyê, ji sedî 1,2'ê beşdaran got ku wê dengê xwe bidine Saadetê, ji sedî 4'ê beşdaran got ku wê dengê xwe bidine DEVA'yê, ji sedî 1'ê beşdaran got ku wê dengê xwe bidine Partiya Pêşerojê, ji sedî 6,9'ê beşdaran got ku "Bêbiryar im" û ji sedî 5,2'ê beşdaran jî got ku wê "deng bi kar neynin"    Li gorî van endaman AKP'ê ji sedî 12,6 û MHP jî ji sedî 1,6 dengê xwe winda kiriye; CHP'ê ji sedî 2,1 dengê xwe HDP'ê ji sedî 0.7 û ÎYÎ Partî jî ji sedî 3,2 dengê xwe zêde kirine.    BI KESÊN BÊBIRYAR RE DENGÊ HDP'Ê DERTÊ JI SEDÎ 13,8'AN    Piştî belavkirina dengê kesên ku gotin "wê deng bi kar neynin" û "bêbiryarim" rêjeya dengê partiyan wiha diguhere; ji sedî 30 AKP, ji sedî 28,7 CHP, ji sedî 15,7 ÎYÎ Partî, ji sedî 13,8 HDP, ji sedî 4,8 MHP, ji sedî 4.5 DEVA, ji sedî 1,4 Saadet, ji sedî 1,1 Partiya Pêşerojê.