Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast 2022-06-21 11:28:27   WAN - Walîtiya Wanê dîmenê leşkerên ku li Elbakê gule berdidin û tundî û îşkenceyê li welatiyan dikin bi daxuyaniya “ji bo qelebalixê belav bikin” parast.    Duh leşkeran bi ser mezraya Sersûlê ya bi ser gundê Xaşkan a Elbaka Wanê ve girtibûn û avêtibûn ser mala M.E.A. ku di çarçoveya lêpirsînekê de biryara girtina wî hebû. Di kêliya ku leşker welatî M.E.A. binçav dikin, bi deqîqeyan gule berdidin hewayê û li jinan dabûn. Walîtiya Wanê têkildarî dîmenên îşkenceya qewimiye daxuyanî da û dîmenên wê îşkenceyê parast.    Walîtiyê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku derbarê wî welatiyî de 5 biryarên lêgerînê hene û her wiha îdia dike ku ji bo leşker qelebalixê belav bikin gule berdidin. Walîtiyê got kesê bi navê M.E.A. ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin.