Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike 2022-06-21 10:57:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Kasim Seyda diyar kir ku ji ber PDK ketiye xizmeta Tirkiyeyê û di encama vê polîtîkaya wê de krîzên civakî diqewimin û got: “Di qonaxa em gihîştinê de PDK li dijî gelê kurd şer dike.”    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser deverên axa başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê Nîsanê ve berdewam dikin. Tê gotin ku tevî ewqas dem derbas bû jî Tirkiyeyê tu encamek bi dest nexistiye û rasterast dixwaze PDK’ê daxilî şer bike. Ji ber polîtîkayên şaş ên PDK’ê ji li Herêma Kurdistanê krîzên civakî, aborî û siyasî diqewimin. Rojnamevan Kasim Seyda geşedanên li herêmê nirxand.    ‘PDK NIKARE HERÊMÊ KONTROL BIKE’    Seyda destnîşan kir ku PDK di her warî de xetimî ye û tengav bûye û PDK êdî nikare herêmên di bin kontrola xwe de kontrol bike û tene ew polîtîkayên rojane dike. Seyda anî ziman ku di serê van polîtîkayên xelet ên PDK’ê de hevkariya wê bi Tirkiyeyê re tê û wiha got: “PDK têkiliyên xwe gelek bi AKP’ê re li pêş xistiye. Di vê qonaxa ku em gihîştinê de PDK ji ber berjewendiyên xwe êdî li dijî gele kurd şer dike. PDK her çiqas bi awayek leşkerî her çiqas tev li şerê li Zap, Avaşîn û Metîna yê li dijî gelê kurd tê kirin nebûbû jî lê di warê lojîstîk, îstîhbaratê de rasterast di nava vî şerî de cih digire. Di heman deme de axa di bin kontrola xwe de ji bo ku Tirkiye êrişê gelê kurd bike, ji êrişan re vekiriye. PDK di her warî de ketiye xizmeta Tirkiyeyê.”    KRÎZÊN CIVAKÎ KÛR DIBIN    Kasim Seyda diyar kir ku di encama polîtîkayên PDK’ê de krîza civakî ya li herêmê kûrtir bûye û got: “PDK’ê ango malbata Barzanî, ev 31 sal in li Başûrê Kurdistanê tenê krîz û aloziyê ava kiriye. Dema ku Mesrûr Barzanî bû serokwezîrê herêmê dest bi kar kir, bi hinceta xizmetguzariyê dest bi kar kir. Lê yek ji wan kabîneyên ku ji berê heta niha ji pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkê re dûr e, ev kabîne ye ku Mesrûr Barzanî serokwezîrê wê ye. Gel nerazîbûna xwe li dijî polîtîkayên PDK’ê nîşan dide.”    ‘TIRKIYE MUDAXILEYÎ SIYASETA NAVXWEYÎ DIKE’   Seyda da zanîn ku Tirkiye bi rêya PDK'ê destwerdana siyaseta navxweyî ya Herêma Kurdistanê kiriye û wiha axivî: "Li ser kesên ku ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin, bi taybetî jî yên ku di nava Parastinê de ku îstîhbarat e, îstîhbaratan kom dike. Bi îstîhbarata ku berhev dike, li dijî wan kesan êrişên sûîqestê pêk tîne. Di dema dawî de bi taybet li deverên ku Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) serdest in, kuştinan pêk tînin. Di çend mehên dawî de nêzî 10 kes hatin qetilkirin. Herêm bi temamî bi destên Tirkiyeyê tê tevlihevkirin."